Divê her dever bibe dibistan
Pêncşem 23 Sibat 2023 - 00:08
Hevserokatiya Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Serokê Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Navneteweyî daxuyaniyek nivîskî parve kirin.
Hevserokatiya KCDK-E’yê anî ziman ku ziman, nîşaneya hebûna neteweyan e û got: “Ziman, hişmendî û fêrbûna dîrokê ye. Xwebûn û xwenaskirin e. Tinekirin, an qedexekirina ziman, sûcê herî mezin ê li hemberê mirovahiyê ye. Em, tengezarî, qedexe û zordariya li ser zimanê Kurdî, bi rêya vê roja watedar şermezar dikin û bang li gelê xwe dikin ku di kar, xebat û jiyana xwe de zimanê xwe bi kar bîne.“
Zarokan hînî Kurdî bikin
Hevserokatiya KCDK-E’yê bang li civaka Kurdistanê kir û got: “Zarokên xwe fêrî zimanê xwe bikin û zimanê dagirkeran ji jiyana xwe derxin. Her mal, sazî û rêxistina Kurdan divê bibe dibistana zimanê Kurdî. Em dibêjin, zimanê me nasname û hebûna me ye. Em, bi Kurdî û Kurdewar bijîn.“
Qedexekirina ziman rabûna li ber xwedê ye
Serokê PÎK’ê Hîkmet Serbilind jî daxuyaniyek nivîskî da û 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz kir. Serokê PÎK’ê Serbilind anî ziman ku zimanê dayikê, hebûn û jiyana civakê ye û got: “Zimanê neteweyan, mafekî xwezayî ye, kî li ber zimanê dayikê rabe û qedexe bike, li ber emr û fermana Xwedê radibe.”
NAVENDA NÛÇEYAN