Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin, rojane dewleta dagirker xaka Iraq û Herêma Kurdistanê binpê dike, komkujiyan pêk tîne. Lê heya niha jî bi taybet hikumeta demborî ya Herêmê û Iraqê ti helwêstek nîşan nedane. Derbarê êrişan de nivîskarên navçeya Çemçemal ya Silêmaniyê axivîn.

Nivîskar Azad Guldîn da zanîn ku tevî statûya xaka Kurdistanê jî heye, êriş tê kirin û got:“Ev êriş li cihek din çêbibe, wê rewşa awarte li welat were ragihandin. Ger helwestek neyê raberkirin, wê êriş dewam dikin û destdirêjiyên din jî çêbibin. Li gorî ti yasa û olan jî nabe ti kes bê sedem êrişî welatek din bike. Ev destdirêjî ye. Divê rayedarên herêmê bi fermî helwêstekê nîşan bidin.” Nivîskar Ednan Saleyî jî li ser mijarê nêrînên xwe anî ziman. Ednan Saleyî behsa êrişên taybet li navçeya Çemçemalê kir û got: “Hertim li ser Çemçemal êriş û enfal pêkhatine. Niha jî di bin êrişên dewleta Tirkiyeyê de ye. Divê her kes li dijî van binpêkirinan rawestin û desthilat jî helwêsteke cidî nîşan bide. Divê desthilatdarên Kurd jî li dijî van binpêkirinan bibin yek, Kurd her Kurd e û biyanî me wisa dibînin. Ger îro êrişî min dikin, wê sibe êrişî kesek din bikin, ji bo vê, pêwîste em li dijî êrişan rawestin.”

ROJNEWS/BARAN GERMIYANÎ