Divê hatina gerîlayan misoger be

În 18 Tîrmeh 2025 - 03:30

Ahmet Karagoz (56), piştî ku di sala 1994'an de hat girtin, cezayê muebedê lê hat birîn. Di 1'ê Tebaxa 2024'an de ji Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Çorlûyê serbest hat berdan. Karagoz, yek ji wan kesan e ku "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" a ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin ji nêz ve dişopîne û difikire ku divê di vê pêvajoyê de ewilî girtiyên nexweş bên berdan. Karagoz diyar kir ku ew ji bo serkeftina pêvajoyê baweriya xwe bi Rêber APO tîne û got: "Xebata ku rêberê me dike rê li ber pêvajoyê vedike. Ew moral, coş û heyecanê dide me. Ez jî hewl didim ku beşdarî pêvajoyê bibim. Her çi dibe bila bibe, jixwe wekî din tu şanşekî me yê din tune ye." Karagoz destnîşan kir ku serkeftina pêvajoyê wê bandorên erênî li ser Tirkiye û Kurdistanê bike û diyar kir ku ev bawerî bi peyama bi dîmen a Rêber APO xurttir bûye û got:"Ez ji Rêbertiyê bawer dikim. Rêbertî ne dixapîne û ne jî tê xapandin. Ew ê pêvajoyê bigihîne serkeftinê."

Aştî yek alî nabe 

Karagoz, gotina Serokê Giştî ya MHP'ê Devlet Bahçelî ya "Aştî, ne çûkeke yekbaskî ye" bi bîr xist û bal kişand ser pêwîstiya sererastkirinê qanûnî û got:"Kesên ku li çiyayan pev diçin nikarin werin û bikevin girtîgehê. Di vî warî de, divê hemû gelê Tirkiyeyê tevkariyê bike û zextê li hikûmetê bike. Ev ji bo avakirina biratiyê pêwîst e. Bila êdî xwîna xwişk û birayan nerije." Karagoz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş jî û got:"Ji bo vê yekê ne hewce ye ku qanûnên nû werin derxistin. Qanûn jixwe dibêjin ku 'girtiyên ku nikarin bi tena serê xwe bijîn divê werin berdan.' Hevalekî min ê bi navê Engîn hebû; her du destên wî tune bûn. Bi salan e di girtîgehê de ye. Hûn çawa dikarin kesekî bêdest di girtîgehê de bihêlin? Dibêjin, 'Destên wî tune ne, lê mejî heye.' Ma divê ew bê mejî be ku were berdan? Gavên ku Rêber Apo îro avêtine, divê bêyî qanûnan bihatana bicîhanîn. Divê ew zû qanûnan derxînin û hatina gerîlayan misoger bikin. Wekî din, ev biratî dê çawa were avakirin? Ez hêvî dikim û ez bawer dikim ku ew ê bibe."

MA/MÛŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.