Ji Fermandarên NPGʼê Amed Malazgîrt got: Heta ku dijmin ji xaka pîroz bê avêtin, têkoşîna me wê dewam bike. Gel û ciwanên Kurd divê li dijî zilma dewleta Tirk têkoşin û xwedî li pêngavên şoreşgerî yên gerîla derkevin ku li Zap, Avaşîn û Metînayê tên meşandin. 

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Amed Malazgîrt bi rêya cîhaza ragihandinê ji hêzên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê re axivî û got: “Divê gel û ciwanên Kurd li dijî zilma dewleta Tirk têbikoşin û xwedî li pêngavên şoreşgerî yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê derkevin ku ji aliyê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê hatine destpêkirin. Berxwedana bêhempa ya hêzên me yên gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê di roja 12'an de ye. 12 roj in berxwedaneke bêhempa û dîrokî dewam dike. Mînak li Avaşînê ji du eniyan dest bi operasyonê kirin. Xeteke wê qada Mamreşo ye. Li qada Mamreşo ji bo tunekirina gerîlayên li çeperên stratejîk bi dehan balafirên şer û bi hejmareke zêde balafirên bêmirov û bi çek dest bi êrişê kirin. Li qada Mamreşo li girê Şehîd Mûnzûr hevalên me 10 rojan bi lehengî li ber xwe dan, nehiştin ku dijmin bikevin çeper û tunelên wan û gelek leşkerên dijmin ceza kirin. Hêza dijmin a ku derb xwar, pîvanên şer binpê kir û bi bikaranîna gaza kîmyewî li dijî çeperên şer û tunelên şer, hevalên me şehîd xist.
Gerîla wê heta dawiyê wezîfeya xwe pêk bîne. Bila kes ji vê gumanan neke. Berdêla divê çi be em ê ji bo xaka Kurdistanê bidin.

Lê belê êriş ne tenê li dijî gerîla ye. Bi temamî hewl didin gelê me bitepisînin. Lewma divê berxwedan li her beşa civakê bê belavkirin û xurtkirin.”

ANF/BEHDÎNAN