Divê gavên gel li bendê ne, bên avêtin
Pêncşem 4 Kanûn 2025 - 09:08

Hevdîtina komîsyona meclisê ya li gel Rêber Apo gaveke girîng e. Bi vê hevdîtinê re jî dewlet û desthilatê êdî Rêber Apo weke muxatabê sereke qebûl kir. Li gorî vê jî divê gavên ku gel û her kes li bendê ne bên avêtin.
Bi serdana komîsyona meclisê ya li Îmraliyê û hevdîtina bi Rêber Apo re Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxeke nû bû. Salek bi ser vê pêvajoyê re derbas bû. Lê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hê jî dewlet û desthilata Tirkiyeyê ti gaveke şênber neavêtine. Hê jî dest ji siyaseta înkar û tunekirina Kurdan bernedaye û pirsgirêka Kurdan hê jî weke pirsgirêka terorê dibînin. Bi vî mejiyê qirker û nijadperest helbet wê pirsgirêka Kurd çareser nebe û wê ev pêvajo jî bi pêşde neçe. Ya ku ji dewlet û desthilata Tirkiyeyê tê xwestin, divê dest ji siyaseta mijûlkirin û xapandinê berdin û li gorî soz û gotinên xwe tevbigerin.
Dema ku em li bûyer û pêşketinên li Sûriye, Iraq, Îran û Îsraîlê, dîsa dema em li destwerdan û planên hêzên navneteweyî yên li ser Rojhilata Navîn binêrin, dor li Tirkiyeyê hatiye girtin û pêşeroja wê di bin xeteriyeke mezin de ye. Agirê ku li dora Tirkiyeyê vêketiye roj bi roj mezin dibe. Ew dewleta wan a ku ewqas pesnê wê didin dibe ku li ber tofanê biçe. Ji ber ku êdî li Rojhilata Navîn şert û mercên sed sal û pêncî sal berê nemane. Herêm ji nûve tê dîzaynkirin û hêzên nû derketine holê. Ji bo pergala navneteweyî ji derveyî Tirkiyeyê êdî gelek alternatîfên din hene. Ango êdî mîna berê pêwîstiya wan bi Tirkiyeyê nemaye. Tirkiyeyê ku beriya çend salan xwe weke pêşengê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn didît êdî niha bandora xwe ya li ser herêmê winda kiriye. Êdî ne hêzeke hegemon a herêmî ye. Bi êrişa Îsraîlê ya li ser Îranê re bandora Tirkiyeyê jî şikest û ji gelek projeyên li herêmê hate derxistin. Ger wiha berdewam bike wê di demên pêş de derxistina Tirkiyeyê ya ji NATO’yê jî were rojevê.
Tirkiye ku her tim behsa pirsgirêka xwe ya mayîndebûnê dike, ji bo ku ji nava vê dorpêç û tofanê derkeve rêyek li pêşiya wan heye. Divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk weke derfeteke zêrîn bibîne û berhewa neke. Erdogan û Bahçelî ku di van demên dawiyê de timî qala girîngiya xwişk û biratiya Kurd û Tirkan dikin divê samîmiyeta xwe ya di vê mijarê de nîşan bidin. Bi rastî jî eger armanca wan demokratîkbûna Tirkiyeyê be, divê rast û ji dil nêzîkî pirsgirêka Kurd bibin. Divê bizanin ku bi çareseriya pirsgirêka Kurd wê xwe ji gelek xeteriyan û parçebûnê rizgar bikin.
Ji ber vê sedemê, dewleta Tirk divê pirsgirêka Kurd bi awayekî yekpare bigire dest û li gorî wê jî siyaseteke rast bimeşîne. Divê bizane ku siyaset li ser Bakurê Kurdistanê bandorê li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî dike. Çareseriya li bakur wê bandorê li çareseriya parçeyên din jî bike. Ji ber vê yekê divê piştgiriyê bide danûstandinên Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê da ku li Sûriyeyê çareserî pêk were. Weke pêwîstiyeke Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê dijbertiya statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neke û wê qebûl bike.
Hevdîtina komîsyona meclisê ya li gel Rêber Apo gaveke girîng e. Bi vê hevdîtinê re jî dewlet û desthilatê êdî Rêber Apo weke muxatabê sereke qebûl kir. Li gorî vê jî divê gavên ku gel û her kes li bendê ne bên avêtin. Ev gav jî, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, naskirina ziman û nasnameya Kurd, ji nûve avakirina destûra bingehîn a demokratîk, pêşxistina rêveberiyên xwecihî û hwd. Her wiha ya ku divê ji vir û şûnde bê kirin derxistina qanûnên azadî û demokrasiyê ye. Avêtina van gavan jî li ser dewlet û desthilata Tirkiyeyê maye. Êdî ew şansa dewleta Tirk û desthilata wê nemaye ku vê mijarê li demê belav bike û dereng bixe. Divê xwe bidin ber çareseriyeke demokratîk ya rasteqîn, ji bo vê jî şertên der û hundir ji her demê zêdetir derfetan pêşkêş dikin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN/ XEYRÎ BARAN











