- Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê AKP’yiyan malbata wan qir kiribû, 348 roj in di Nobeta Edaletê de ne. Malbatê careke din xwest, ev zilm bi dawî bibe.
Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê AKP’yiyan malbata wan qir kiribû, 348 roj in di Nobeta Edaletê de ne. Malbatê careke din xwest, ev zilm bi dawî bibe.
Ji ber ku dayika wan Emîne Şenyaşar ne rihet bû, doh nekarî tevlî nobetê bibe. Kurê wê Ferît Şenyaşar doh nobet domand. Ferît Şenyaşar diyar kir ku nobeta xwe didomînin, pankarta li pişt xwe nîşan da û got: “Em têkoşîna xwe di nav sînorên hiqûqê de didin. Li dijî vê yekê midûriyeta polîsan derbarê dayika min de 13, derbarê min de 4 bi komî 17 doz vekirine.
Dozger û midûriyeta polîsan ji me re dibêjin ‘Hûn mafdar in lê em li gorî fermanên ku ji me re tên tevdigerin, ew ne karê me ye’ Ji her derê Tirkiyeyê mirov doza me dişopînin. Ev şerma Tirkiyeyê ya hiqûqê ye. Bila êdî edalet were, ev zilm bi dawî bibe.”
RIHA