Divê êşkenceya tecrîdê rabe

Şemî 7 Îlon 2024 - 02:40

Hewldana Dadê ya dijî Tecrîdê ku li Amedê civiyayî rapora CPT’yê ya têkilî Rêber Ocalan bi bîr xist ku gotibû divê demildest tecrîd rabe bi bîr xist, diyar kir li gel vê jî Tirkiye êşkenceya tecrîdê didomîne û got tecrîda li ser Ocalan wê bibe rojeva Konseya Ewropayê. Hewldana anî zimên ku ew ê bi hemû saziyên civakî re têkilî tecrîdê biaxivin.

‘’Hewldana Dadê ya dijî Tecrîdê’’ ku ji aliyê hiqûqnas û aktivîstan ve li dijî binpêkirinên mafan ên li ser Rêber Ocalan û girtiyên siyasî hatibû avakirin li Amedê li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê daxuyaniyek da. Gelek hiqûqnas, Meclisa Dayikên Aştiyê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) tevli daxuyaniyê bûn. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partî û Komîsyona Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan daxuyanî xwend.

Divê êşkenceya tecrîdê rabe

Ozturk tecrîda li ser Rêber Ocalan bi bîr xist, anî zimên ku ev 44 meh in dewleta Tirk nahêle ku parêzer û malbata Ocalan serdana Ocalan bikin, rapora CPT’yê ya 5’ê Tebaxa 2020’an bi bîr xist û got,’’CTP aşkere diyar dike divê demidlest ev tecrîd bidawîbe. Ligel vê Komîteya Mafê Mirovan a NY’ê di 6’ê Îlona 2022’an de biryara tedbîrê da û li gorî vê biryarê di 19’ê Çileyê 2023’an de ji bo hikûmeta Tirkiyeyê nivîs hatiye nivîsin. Di van nivîsan de jî tê diyarkirin ku divê demildest ev teşeyê êşkenceyê bidawî be. Xala 3’emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û xalên 6,8, 13 û 18’an  ên binpêkirin.”

Tecrîd li Konseya Ewropayê ye

Ozturk bi lêv kir ku Konseya Ewropayê dosya derbarê tecrîdê de ji nû ve bigire rojeva xwe û got: “Pêşniyarên Komîtyea Wezîran a Konseya Erwopayê ya di 2021’ê de ji bo Tirkiyeyê hatibû kirin jî nehatin cih. Di meha Îlonê de wê komîte dosyayê ji nû ve bigire rojeva xwe û birnixîne.”

Ozturk  axaftina xwe wiha berdewam kir: “44 meh in agahî ji Birêz Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê nayê girtin. Der barê hevdîtinan de tu tiştek tuneye. Serlêdanên parêzeran her tim tên redkirin. Bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin. Qebûlkirina vê rewşê ne pêkan e.” 

Ji bo tecrîdê re hevdîtina bi saziyan re

Ozturk destnîşan kir ku berdewamirina tecrîda li Îmraliyê dibe sedema astengiya li pêş çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha bi lêv kir: “Di mijara çareseriya prisgirêka Kurd de di navbra 1993-2015’an de  8 caran hewldan pêk hatine û di hemûyan de jî Birêz Ocalan wek muxatabê gelê Kurd cih girtiye. Ji 2015’an de hewldan hatine rizandin. Vê pêvajoyê de rejîma Tirkiyeyê veguheriye rejîmeke otorîter. Neçareseriya pirsgirêka Kurd jî tecrîdê didomîne. Ji bo rakirina tecrîdê em ê bi hemû saziyên civaka sivîl re hevdîtinê bikin. Em hemû kesî vexwendî dikin ku li dijî vê tecrîda giran berteka xwe nîşan bidin. Em bi vê vexwendiya xwe li dijî tecrîdê edeletê dixwazin. Em Tirkiyeyê ji nûve vexwendiyê edeletê dikin.”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.