‘Divê em wî azad bikin’
Pêncşem 1 Îlon 2022 - 21:45
- "Ji niha û pê ve weke her şexsekî û gelê Kurd ji bo me wezîfeya bingehîn e ku Rêberê xwe azad bikin û bi vî rengî berpirsyariya xwe pêk bînin."
Nobeta Azadiyê ya Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dayî destpêkirin, li bajarê Fransayê Strasbourgê di sala 11´an de bi biryardarî dewam dike.
Çalakgerên vê hefteya 533'an koma ji Holandayê ye. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û TJK´ê tê de cihê xwe digirin. Di komê de Huseyîn Yildiz, Dayika Şukran û Şîrîn Farqîn hene. Endamê NCDK'ê Huseyîn Yildiz li ser navê komê dibêje, "Ji niha û pê ve weke her şexsekî û gelê Kurd ji bo me wezîfeya bingehîn e ku Rêberê xwe azad bikin û bi vî rengî berpirsyariya xwe pêk bînin. Em neçar in ku li her qada têkoşînê, li dijî şerê taybet ê sîstema kapîtalîst û sîstema faşîst a mêtinger bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin û Rêberê xwe azad bikin."
ANF/STRASBOURG