Divê em tecrîdê bişikînin
Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 16:12
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari got, dewleta Tirk biryar li ser dewamkirina êrişên li dijî Rojava û gelê Kurd daye. Tulay Hatîmogûllari nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Ocaêan li Îmraliyê da û berxwedana greva birçîbûnê silav kir.
Hevseroka Giştî ya HEDEP´ê Tulay Hatîmogûllari ji bo hin danûstandinan çû Dîlokê. Tulay Hatîmogûllari destpêkê çû navçeya Şahînbeyê û bi gel re civiya.
Tulay Hatîmogûllari greva birçîbûnê ya girtîgehan bi bîr xist ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd dest pê kiriye û got, "Tecrîdkirina Birêz Ocalan dewam dike. Tecrîda bi salan, gihîştiye asteke giran ku neyê qebûlkirin. Em ji vê derê bang li CPT û rêxistinên maf û hiqûqê yên navneteweyî hemûyan dikin da ku wezîfeya xwe bi cih bînin."
Armanc misogerkirina azadiya Ocalan e
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê Mijdarê ve li girtîgehan greva birçîbûnê dest pê kiriye.
Tulay Hatîmogûllari da zanîn ku greva birçîbûnê wê heta Sibatê bi dor dewam bike û got, "Armanca greva birçîbûnê, rakirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan e. Ev tê vê wateyê: pirsgirêka Kurd bi rengekî aştiyane û demokratîk çareser bikin. Yanî mirov ji bo vê yekê ketine greva birçîbûnê. Em hêvîdar in ku greva birçîbûnê beriya rûdana tabloyeke giran, bi pêkanîna daxwazên çalakgeran bi ser bikeve û bi dawî bibe."
ANF/DÎLOK