- Pêşmergeyê Dêrîn Celal Xezêneyî têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk diyar kir ku bi sedan pêşmergeyê dêrîn peywendî pêre kirine û xwestine tevlî berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin.
Pêşmergeyê Dêrîn Celal Xezêneyî têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk diyar kir ku bi sedan pêşmergeyê dêrîn peywendî pêre kirine û xwestine tevlî berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bibin û got; “Nabe bi ti awayî êdî rê bidin ku careke din xaka Kurdistanê bikeve jêr destê dagirkeran.”
Celal Xezêneyî di sala 1986’an de di nava refên Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de tevlî şoreşa Başûrê Kurdistanê bûye û têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk axivî û got; “Pêwîste em hemû li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker di çeperan be bin. Armanca Tirkiyeyê tinekirina gelê Kurd e. Ne tenê PKK û li her cihekî cîhanê be li dijî gelê Kurd e. Lewma divê em hemû li ber vî dijminî rabin. Nabe bi ti awayî rê bidin Tirkiyeyê li Kurdistanê sûc bike. Her hizb û aliyekî ku alîkariya Tirkiyeyê bike bê guman rizgariya Kurdistanê ne armanca wan e.
Weke çawa me hemûyan li dijî rejîma Baas a rûxayî şer kir û yekgirtî bûn, niha jî dereng nîne, destê biratiyê ji bo hev dirêj bikin û kongreya neteweyî li dijî dijmin li dar bixin. Min sedan caran amadebûna xwe nîşandaye, ji bo li Binarê Qendîlê li dijî Tirkiyeyê eniyekê ava bikin.”
ROJNEWS/QENDÎL