Divê di yasayê de guhertin çêbibe
În 23 Gulan 2025 - 02:55

Çavdêrê siyasî Emer Şawrî derbarê erkê dewleta Tirk ya piştî banga Rêber Apo got; “Pêwîste dewleta Tirk di yasayê de guhertinan çêbike.”
Di 27’ê Sibata 2025’an de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, gelên Rojhilata Navîn û guherîna sîstema siyasî ya Tirkiyeyê banga sedsalê ji raya giştî re ragihand. Di çarçoveya vê bangê de, PKK’ê di navbera 5 û 7’ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12’emîn lidar xist û biryarên dîrokî wergirtin. Lê heya niha jî dewleta Tirk ti gavek ne avêtiye. Di vê derbarê de, çavdêrê siyasî Emer Şawrî axivî.
Emer Şawrî da zanîn ku PKK ji bo parastina mafên gelê Kurd hatibû damezrandin û wiha pêde çû; “Li Tirkiyeyê bikaranîna ziman qedexe bû, herwiha damezrandina partiyên Kurdî nedihat qebûlkirin, lê ku niha ev guhertin hebin bi saya PKK’ê çêbûne. Birêz Ocalan hertim xwestiye bi rêya atşiyê pirsgirêkan çareser bike. PKK’ê di kongreya xwe ya 12’emîn de biryara fesixkirinê da. Hate gotin ku divê dewleta Tirk ji bo derspêkek nû pêngavan bavêje û mafên neteweyên din nas bike.”
Emer Şawrî balkêşa ser pêngavên ku divê dewleta Tirk bavêje û got; “Divê Tirkiye bizane ku nikare Kurdan tine bike, ji bo wê divê Tirkiye di parlamentoyê de biryarên girîng bide û yasayê de guhertinan çêbike. Di serî de berdana girtiyên siyasî û hilweşandina yasayê dijî mafên rewa yên gelên din biguherîne. Ger Tirkiye vê yekê neke wê birûxe.”
SILÊMANÎ/ROJNEWS










