Divê dewlet zagonan biguherîne
Duşem 17 Adar 2025 - 03:15
Welatiyên ku tev li Newroza Bismilê bûn, xwestin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û wiha gotin: “Bar ketiye ser milê dewletê. Divê dewlet ewilî zagonên xwe biguherîne.”
Newroza ku îsal bi dirûşma “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” tê pîrozkirin li navçeya Bismil a Amedê jî bi awayekî bicoş û bi tevlibûna bi hezaran kesan hate pîrozkirin. Welatiyên ku tev li Newrozê bûn têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Newrozê axivîn.
Mizbah Bariş diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangeke erênî ye û got: “Rêberê Gelê Kurd û partiya me berpirsyartiya xwe bi cih anî. Bar ketiye ser milê dewletê. Divê dewlet ewilî zagonên xwe biguherîne.”
Ayten Kiliç jî wiha got: “Em gotina wî girîng dibînin. Hemû hezkiriyên me di vê oxirê de herin jî em dibêjin aştî. Divê dewlet jî destê xwe deyne bin kevir.”
Sabît Zumrut, tevlibûna xwe ya Newrozê wiha vegot: “Ez bi hestên banga Rêber Apo tev li Newrozê bûm. Hêvî dikim ku ev pirsgirêk çareser bibe û Rêber Apo jî azad bibe.”
Salîha Înanç jî wiha got: “Em dixwazin şer bisekine, aştî pêk were û xwîn were sekinandin. Em dixwazin dewlet jî gavan biavêje û lihevkirinek pêk were. Em ji bo aştî pêk were hatine Newrozê.”
Beşîr Akin jî bi lêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberekî neteweyî ye û got: “Hem behsa aştiyê dikin hem jî gavan naavêjin. Hêj tecrîd li ser Rêberê Gelê Kurd e. Aştî bi edaletê tê.”
Muzeyyen Baran wiha got: “ Bila her rojên me weke roja Newrozê xweş bin. Newroz ji bo aştiyê ye.”
Remzî Karakaş jî xwest ku Newroza 2025'an bibe wesîleya aştî û xwişk û biratiyê.
Hamdiye Karagoz jî diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gav avêt lê yên li hemberî wî hêj gav neavêtine û wiha got: “Em ji bo Serokê xwe destê xwe deynin bin kevir.”
Ensarî Ateş got ku li pey gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û wiha axivî: “Dewlet divê ji bo rewşa xwe ya heyî gavan biavêje.”
AW/FEXREDÎN KILIÇ/AMED