Divê dewlet gavên şênber biavêje

În 28 Adar 2025 - 03:15

  • Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Swîsreyê, Nicolas Walder li ser banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo wiha got:” Dewleta Tirk divê zext û şerê li dijî Kurdan bisekinîne, destpêkê temamiya mehkûmên Kurd an jî beşek ji wan berde.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Keskan a Swîsreyê, Parlamenterê Parlamenta Federal û Endamê Komîsyona Derve ya Parlamentê Nicolas Walder li ser banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo axivî.

Bangek girîng e

Nicolas Walder destnîşan kir ku banga Rêber Apo gelekî girîng e û got, "Ev yek banga wê yekê ye ku êdî dem hatiye li hev kom bibin. Ji bo jiyaneke bi hev re ya li Tirkiyeyê, ji bo hevkariya li Tirkiyeyê dem hatiye ku dewleta Tirk gavên şênber biavêje. Ev bang dibêje, divê Tirkiye mafên bingehîn û meseleyên esasî yên Kurdan bi rêbazên siyasî û dîplomatîk binirxîne, dema bikaranîna çekan êdî derbas bûye.”

Divê dewlet gavên şênber biavêje

Parlamenter Nicolas Walder destnîşan kir ku şertê bingehîn ew e ku li pêşberî çekdanînê wê hikumeta Tirk kîjan gava şênber biavêje û bi vî rengî dewam kir, "Dewleta Tirk divê zext û şerê li dijî Kurdan bisekinîne, destpêkê temamiya mehkûmên Kurd an jî beşek ji wan berde. Ev bang peyameke gelekî xurt e ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye kirin. Kurdan eşkere kirin ku ew amade ye dest ji çekan berdin. Lê belê aliyê hember divê gavê biavêje û rêyekê nîşanî gelê Kurd bide ku ji bilî çekan dikare xwe îfade bike. Ev rê jî divê rêya siyaset û dîplomasiyê be. Ji bo çareseriyên şênber bêne peydakirin divê bi nûnerên PKK'ê re diyalog bê destpêkirin û di vê pêvajoyê de girîng e hemû alî sozê bidin ku serî li tundiyê nedin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî wê li bangê bê.” 

Ji bo pêvajoyê divê Ocalan azad bibe 

Nicolas Walder destnîşan kir ku xusûseke din a girîng azadiya Rêber Apo ye û got, "Yê ku bangeke bi vî rengî kir û helwest ji aştiyê nîşan da Abdullah Ocalan e. Ji bo serketina pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe. Berdana Birêz Ocalan ji bo hikumeta Tirk wê bibe nîşaneya nêta baş.”

Gelo Tirkiye amade ye ?

Wekîlê Swîsreyî anî ziman ku di çarçoveya daxwaza herdu aliyan de Swîsre dikare bi rola navbeynkariyê rabe û di vê mijarê de got, "Swîsre xwe ferz nake ku bibe navbeynkar. Her wiha nakokiyeke ku ji aliyê navneteweyî ve weke şer nayê qebûlkirin de rewatiya xwe nîne ku vê bike. Lê belê Swîsre di vê mijarê de amade ye û bi dîtina min hem bi Tirkiyeyê re hem jî bi gelê Kurd re xwedî têkiliyeke xurt a baweriyê ye. Ji ber vê yekê em dikarin bi rolekê rabin. Di vir de ya girîng ew e ku hikumeta me ji hikumeta Tirk û rayedarên Kurd re ragihîne ku di vê mijarê de amade ye.”

Divê helwest biguhere

Di dewama axaftina xwe de Nicolas Walder destnîşan kir ku ew hêvî dike Ewropa beşdarî vê pêvajoyê bibe, PKK'ê ji lîsteya terorê derxîne û got, "Ev biryara Ewropayê biryareke siyasî ye û ne tenê Ewropayê eleqedar dike. Hevalbendên din ên Tirkiyeyê jî PKK weke rêxistina terorê ragihandin. Ev biryar ji bo xweşkirina dilê hikumeta Tirk hate wergirtin, lê belê xwe nespart rastiyan.”

ANF/SERKAN DEMÎREL/CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.