Hevdîtin wê dewam bikin

Şemî 26 Nîsan 2025 - 03:15

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî hevdîtina bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re nirxand û got, rewşa giştî erênî ye û hevdîtin wê dewam bikin.

Heyeta DEM Partiyê ya ji Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî û Ozturk Turkdogan bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi navê heyetê daxuyaniyek da û anî ziman ku wan di hevdîtinê de beriya her tiştî gotine, divê şert û mercên Rêber Apo bêne sererastkirin, rewşa girtiyên nexweş, avaniya desteya çavdêriyê ya îdareyê û paketa dadgeriyê nirxandine.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî hevdîtin nirxand û anî ziman ku ev hevdîtin wê dewam bikin û bi giştî atmosfereke erênî heye.

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re erênî derbas bû û got, "Hevdîtin beriya her tiştî erênî derbas bû û hevdîtineke girîng bû. Bêguman me zanin ku mesele hemû tenê bi hevdîtinekê nikarin bêne çareserkirin. Piştre jî wê hevdîtin hebin. Lê belê ji bo me mijarên sereke hebûn. Me dixwest van mijarên girîng tavilê ragihînin, ji ber ku amadekarî ji paketeke dadgeriyê re tê kirin. Me dixwest, paketa dadgeriyê van meseleyan li ber çavan bigire. Lewma jî hevdîtinek baş bû.

Lê belê ji bo me rojeva nayê guhertin ew e ku şert û mercên kar û jiyanê yên Birêz Ocalan bêne sererastkirin. Bi taybetî di vê demê de ku ewqasî bi xurtî dest li siyasetê werdide û bi helwesta xwe herikîna dîrokê diguherîne, ne ya qebûlkirinê ye ku şert û mercên wî yên kar û jiyanê kêm bin. Me daxwaza xwe ya ji bo sererastkirina vê mijarê ragihand.

Wan bi xwe jî ji me re qala wê yekê kir ku Wezareta Edaletê di nava mezûata heyî ya qanûnî de dikare çi bikin. Lê belê anîn ziman ku guhertina mewzûatê ne karê wezaretê ye, mijareke ku bi meclîsê re eleqedar e, lewma ji bo Meclîs guhertineke nû ya qanûnî bike û pirsgirêkên ji ber qanûnên heyî çareser bike, wê van hemûyan pêk bînin. Mijarên girtiyên nexweş, sererastkirina înfazê, saziya çavdêriyê ya îdareyê, cezayên dîsîplînê û doza Kobanê jî di nav de me gelek mijar anîn ziman."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.