Divê dewlet gavên şênber bavêje
Şemî 17 Gulan 2025 - 03:15
Hevseroka Koma Welatî û Komunîst a Parîsê Raphaêlle Prîmet der barê biryara berdana çekan a PKK’ê û berpirsyariya dewletê de axivî û got: “Biryara PKK’ê jî bersivek stratejîk e. Êdî gog di qada dewleta Tirk de ye.”
PKK’ê daxuyan ku 12’yemîn kongreya xwe di navbera 5-7’ê Gulanê de pêk anî û 12’yê Gulanê de jî encamname weşand. Di encamnameyê de hat diyakirin ku xwe fesh kiriye û xebatên têkoşîna çekdarî bidawî bûye. Biryara hatiye dayîn erênî bê pêşwazîkirin jî hîna xebatek nehatiye destpêkirin û parlamento neketiye dewrê.
Hevseroka Koma Welatî û Komunîst a Parîsê û Seroka Komîsyona Çand û Mîrateyê ya Konseya Parîsê, cigira şaredar Raphaêlle Prîmet der barê pêvajoyê de axivî.
Raphaêlle Prîmet da zanîn ku biryara PKK’ê gavek stratejîk e û got: “Piştî kongreyê daxuyaniya hatiye dayîn dîrokî ye. Bidawîkirina têkoşîna çekdarî, feshkirina rêxistin û bidawîkirina xebatan, jestek siyasî ya xurt e. Ez vê erênî pêşwazî dikim.”
Raphaêlle Prîmet bi lêv kir ku ev biryar ji bo xitimandina siyasî û demokratîk bersiv e û wiha dirêjî dayê: “Birêz Ocalan tevî ku 26 sal in di bin tecrîdê ye, fêm kir ku têkoşîna çekdarî êdî xitimiye. Ligel vê derfet da Erdogan. Biryara PKK’ê jî bersivek stratejîk e. Êdî gog di qada dewleta Tirk de ye."
Raphaêlle Prîmet wiha dawî lê anî: “Pirsgirêk ev e; Erdogan êrîşên li ser Kurdan didomîne. Tevî daxuyaniyên Birêz Ocalan tecrîd hîna didome. Belê derfetek dîrokî heye lê hîna zemîna wê ne saxlem e. Aştî yek alî nabe. Divê dewleta Tirk gavên şênber bavêje. Divê pêvajoya demokratîk bê destpêkirin. Mafê siyasî bên nasîn. Divê mafê Kurdan û kêmarên Tirkiyeyê bên nasîn.”
JINNEWS/ENQERE