Divê dewlet gavê biavêje
În 25 Tîrmeh 2025 - 03:05
Li Şirnexê 55 saziyên sivîl ji bo piştgiriya pêvajoyê daxuyanî dan. Serokê Odeya Bijîjkan a Şirnexê Serdar Kûnî û Cigirê Serokê Komeleya Astengdaran a Şirnexê Hakîm Kizilcan ku tev li daxuyaniyê bibûn dan zanîn divê dewlet jî gavê biavêje.
Piştî daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bidîmen PKK'ê ji bo pêşveçûna pêvajoyê bi merasîmekê li bajarê Silemaniyê yê Herêma Kurdistanê çekên xwe şewitandin. Piştî merasîma PKK'ê çavê raya giştî ya Kurdistanê jî ji dewletÊ ye ku gavên şênber biavÊje. Ji bo pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd serbikeve gelek sazî jî daxuyaniyan didin û piştgiriya aştiyê dikin. Li Şirnexê jî 55 saziyên sivîl ên demokratîk, karmend û hiqûqî bi daxuyaniyekê piştgiriya pêvajoyê kirin.
Serokê Odeya Bijîjkan a Şirnexê Serdar Kûnî û Cigirê Komeleya Astengdaran a Şirnexê Hakîm Kizilcan ku tevli daxuyaniyê bibûn, piştgiriya xwe ya pêvajoyê anîn ziman û xwestin ji bo pêşveçûna pêvajoyê dewlet jî gavan biavêje.
Serokê Odeya Bijîjkan a Şirnexê Serdar Kûnî bi lêv kir ku piştî merasîma şewitandina çekan a PKK'ê divê dewlet jî ji aliyê hiqûqî ve gavan biavêje û ev tişt gotin: “Em jî piştgiriya pêvajoya aştiyê dikin. Ew nêzî 50 sal in li Kurdistanê şerek heye. Em jî dixwazin şer bi dawî bibe û gelên li vir dijîn bigihêjin aramiyê. Pêvajo bi tenê rawestandina çekan nabe. Divê edalet û daxwazên civakê jî pêk were.”
Cîgirê Serokê Komeleya Astengdaran a Şirnexê Hakîm Kizilcan jî diyar kir ku ew ji bo destpêkirina pêvajoyê kêfxweş in û ev tişt anîn ziman: “Em jî weke komele piştgiriya aştiyê dikin. Em ji ber vê pêvajoyê pir kêfxweş in. Ev pêvajo ne tenê ji bo me ji bo hemû dinya û mirovan pêvajoyeke baş e.”
AW /ŞIRNEX / MAHMÛT ALTINTAŞ