Divê deriyên Îmraliyê bişikînin

Pêncşem 7 Adar 2024 - 02:35

  • Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû anî ziman ku  sîstema Îmraliyê bi zorê li ser piyan tê hiştin û got: Êdî dem hatiye ku deriyên Îmraliyê bêne parçekirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameyeke taybet a Medya Haberê bû. Karasû bal bire ser tecrîda li Îmraliyê û got:"Rêber Apo hîn di roja destpêkê de dema sîstema Îmraliyê dinirxand, diyar dikir ku berpirsyarê vê yekê CPT ye, sîstem bi Ewropayê re hatiye amadekirin. Ji xwe bi Tirkiyeyê re timî di nava têkiliyê de ne. CPT saziyeke hiqûqî nîne. Xwe bi wî rengî nîşan dide, lê teqez bi îradeya siyasî ve girêdayî ye. Nêzîkatiyên CPT nêzîkatiya Ewropayê ye. Divê bi vî rengî bê nirxandin. Ewropa nêzîkatiyeke polîtîk nîşanî Tirkiyeyê dide. Heman tiştî CPT jî dike. Ya rast, CPT bi vê helwesta xwe sîstema Îmraliyê rewa dike."

Divê CPT bê teşhîr kirin

Karasû destnîşan kir ku divê ev rastî bê teşhîrkirin û got:"Ji ber ku cîhanê dixapînin, gelan dixapînin. Dibêjin CPT saziyeke pêşîgirtina li êşkenceyê ye. Diçe girtîgehan, kontrol dike, pêşî li êşkenceyê digire. Lê belê 3 sal in tecrîd heye. 3 sal in hevdîtin bi parêzeran û malbatê re nayê kirin. Lê vê rewşê asayî dibînin. Nerazîbûneke bi tenê, helwestekê nîşan nadin. Ji ber vê yekê divê li hemberî vê rewşê têkoşîn bê meşandin. Heta ku tênekoşin, teşhîr nekin û bi ser de neçin em ê nikaribin vê rewşa sîstema Îmraliyê bişikînin. Yanî divê CPT bi vî rengî bê rexnekirin û teşhîrkirin. Divê mirov zêde jê hêviyan nekin. Bi ser Konseya Ewropayê ve ye û bi vî rengî dixebite. Hewl dide xwe weke saziyeke hiqûqî nîşan bide, lê belê yekser bi siyasetê ve girêdayî ye. Di çarçoveya fermana siyasetê de tevdigere. Ji ber vê jî divê CPT bi rastî jî bê teşhîrkirin. Ev helwesta CPT ji bo me hinceta bilindkirina têkoşînê ye. Ji bo gelan hinceta meşandina têkoşînê ye. Ji bo tevahiya mirovahiyê hinceta têkoşînê ye."

Rewabûna Îmraliyê nemaye

Karasû anî ziman ku têkoşîna li dijî komployê gihîştiye asteke gelekî girîng û got:"Kampanyayek di 10'ê Cotmehê de hate destpêkirin. Rojên xwendina parêznameyên Rêbertî hebûn. Bi van hemûyan re azadiya Rêbertî gerdûnî bû. Bû rojeke welê ku hêzên demokrasiyê, gelên cîhanê xwedî lê derket û têkoşiyan. Lewma têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo gelekî xurt bûye. Têkoşîna li dijî komployê gelekî xurt bûye. Bêguman em careke din destnîşan bikin, her tim destnîşan bikin. Yên ku bi kampanya 'Hûn nikarin roja me tarî bikin', bi têkoşîna xwe li dora Rêberê me bend danîn şehîdên me ne. Ev ast encama têkoşîna 25 salan e. Encama fedakariyên mezin e. Niha dem hatiye ku deriyên Îmraliyê bêne parçekirin. Rewabûna xwe nemaye. 

Helwesta gerîla li dijî komployê ye

Mûstafa Karasû bi bîr xist ku qonaxa duyemîn li Ewropayê hate destpêkirin û got:"Yên ku asta destpêkê dane destpêkirin dostên gelê Kurd, rewşenbîr, entelektuel, demokrat û sendîkavan bûn. Niha wan qonaxa duyemîn dane destpêkirin. Ya ku dibe para me Kurdan ew e ku qonaxa duyemîn hîn civakî bikin, veguherînin tevgereke civakî û Rêberê me ji wê zindanê rizgar bikin. Çalakiyên gerîla yên sala 2023'an û çalakiyên mehên Çile û Sibatê artêşa Tirk hejand. Artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê xitimand. Lewma ev çalakî di heman demê de asta têkoşîna li dijî komployê jî nîşan dide. Çalakiyên gerîla her wiha hêrsa li hemberî komployê jî radixe pêş çavan. Ji ber vê yekê çalakiyên meha Sibatê gelekî girîng bûn, helwestek li dijî komployê bû. Ya rast helwestek li hemberî qirkirina Kurdan bû."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.