Divê deriyê Îmraliyê vebe

În 18 Cotmeh 2024 - 02:20

  • Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku Abdullah Ocalan tevî pirsgirêka Kurd dikare hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike, geşedanê dawî yên li heremê destnîşan kir û got,’’Bê şik Kurd xwe naxin navenda cîhanê. Lê her pêşketina li vê erdnîgariyê yan ji ber Kurdan e yan jî wê bi awayekî bandorê li Kurdan bike. Muxatabê vê yekê jî birêz Ocalan e’’ û got divê deriyê Îmraliyê werin vekirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ku parastina Abdullah Ocalan hilgirtine Cengîz Yureklî derheqê agahiyên li ser medyayê ku tê îdîakirin di navbeyna Ocalan û Qandîlê de hevdîtin pêk hatine got,’’Yên ku wê van nûçeyan piştrast bikin an jî red bikin û bibêjin ku rewşek wiha nebûye, muxatabên wê ne. Heger hewcedarî bi van agahiyan hebe, pêwîst e bi muxataban re bişêwirin û ji muxataban agahiyê wergirin. Ev li ser navê rojnamegeriya objektîf divê wisa be. Rojnameger bi destûra Wezareta Dadê dikarin li Îmraliyê an jî li girtîgehan hevdîtinan bikin. Dikarin ji bo Îmraliyê prosedureke wiha pêk bînin. Dikarin bipirsin 'Li Îmraliyê çi diqewime?' û bi vî awayî ji bo hevdîtina bi birêz Ocalan re serlêdanê bikin."

Muxatab Ocalan e

 Yureklî anî ziman ku rojeva desthilatê ya ji bo destûreke bingehîn a nû heye, diyar kir eger destûreke bingehîn a nû di wateya erênî de çêbibe, divê di serî de pirsgirêka Kurd esas bê girtin û got,’’Di vê mijarê de muxatabê sereke bêguman birêz Ocalan e. Pêwîst e bi birêz Ocalan re hevdîtin pêk bê. Di rewşeke wiha û hewcedariyeke wiha de bilêvkirina navê birêz Ocalan û wekî muxatab nîşandana birêz Ocalan rastiyek e û pêdiviya herî bingehîn e. Bêguman pêwîst e ku em guh bidin DEM Partiyê ku partiya herî mezin a sêyemîn a parlamentoyê ye ku girseyeke wê ya cidî heye û di serî de gelê Kurd temsliyeta hemû derdorên muxalif ên demokrasîxwaz dike."  

Gelê Kurd Ocalan weke vîna xwe dibîne 

Yureklî bal kişand ser gengeşeyên pêvajoya çareseriyê ya nû, destnîşan kir ger pêvajoyeke bi vî rengî hebe, pirsgirêka Kurd di navenda wê de ye û got,’’Berê gelê Kurd gotiye 'Birêz Ocalan vîna min a siyasî ye'. Li gel hemû zor û zehmetiyan, hemû zextan, hemû gefan jî zêdetirî 3 milyon kesî îradeyek wiha daxuyand. Dîsa zêdeyî 10 milyon kesî bi heman awayî ji bo azadiya birêz Ocalan çalakî li dar xistin. Kampanyayên 'Êdi bes e' çêbûn. Di rewşa îro de wekî ku me di mîtînga dawî ya Amedê de dît, muxatab birêz Ocalan e." 

Projeyên bêhempa afirandiye

Yureklî bi domdarî anî zimên pirsa Kurd bi demokratîkbûna Tirkiyê çareser dibe û got,’’Xwediyê fikir û projeya bingehîn a vê yekê jî birêz Ocalan e. Gelek caran di parêzname û hevdîtinên xwe de ev yek eşkere kiriye. Di 28'ê Sibata 2015'an de Peymana Dolmabahçeyê hebû. Li gorî wî çareseriya Tirkiyê ne tenê pirsgirêka kurd e, di heman demê de demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Wê bê dîtin ku di vî warî de projeyên pir mûazzam afirandiye." 

Geşadanê herêmî 

Yureklî bilêv kir ku ji bilî tiştên ku di siyaseta navxweyî de diqewimin, pirsgirêkên global û herêmî jî hene û got: “Hemû geşedanên der barê Kurdan de ku li erdnîgariya Rojhilata Navînê belav bûne, ji ber ku nikarin pirsgirêka xwe ya Kurd çareser bikin, wê li dijî Tirkiyeyê rabin. Rastiyeke wisa heye. Bê şik Kurd xwe naxin navenda cîhanê. Lê her pêşketina li vê erdnîgariyê yan ji ber Kurdan e yan jî wê bi awayekî bandorê li Kurdan bike. Muxatabê vê yekê jî birêz Ocalan e." 

Hişyariyên Ocalan 

Yureklî bal kişand ser hilbijartinên 20’ê Cotmehê yên li Herêma Kurdistana Federe jî û got: “Rastiya PDK’ê ya bi Komara Tirkiyeyê tevdigere heye. Tehdîdkirin an jî windakirina desthilata li wê derê wê bandorê li polîtîkayên desthilata li vir jî bike. Li vir divê em careke din guh bidin birêz Ocalan. Birêz Ocalan di sala 2019'an de diyar kir ku pirsgirêkên navxweyî, herêmî û cîhanî wê di serdema pêş de girantir bibin û divê her kes vê yekê bibîne û li gorî vê helwestê tevbigereç 

Divê deriye Îmraliyê vebin 

Yureklî bi domdarî got,’’Pêşî divê deriyên Îmraliyê bên vekirin, fikirên birêz Ocalan ku wekî muxatabê sereke tê nîşandan, bi awayekî azad bên gengeşekirin. Her çiqas ev deynê civaka Tirkiyeyê û gelê Kurd be jî, di heman demê de erkeke bingehîn a welatîbûnê ye. Em bang li her kesî dikin ku di vê çarçoveyê de tişta pêwîst bike û ji bo erka xwe bi cih bîne, jidil û durist tevbigere.” 

BANGAWAZIYA BAHÇELΠ

Yureklî bal kişand ser banga Bahçelî ya ji bo Abdullah Ocalan û wiha dewam kir: “Tu têkilî bi Abdullah Ocalan re nayê danîn. Lewma tu qîmeta vê bangawaziyê tune ye. Beriya her tiştî divê em hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin, mafên wî yên qanûnî bên misogerkirin û em bibihîzin ka çi dibêje.’’

MA/OMER ÎBRAHÎMOGLU/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.