HAMDULLAH YAĞIZ KESEN / MA / EDENE
Rojnameger Îbrahîm Karakaş ku demek berê ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê hatibû berdan diyar kir ku girtiyên siyasî di çalakiya greva birçîbûnê de ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dane destpêkirin, biryardar in.
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş bi “endamtiya rêxistinê” hatibû sûcdarkirin, 6 sal û 10 meh cezayê hefsê lê hate birîn û hate berdan. Karakaş ê ku ji girtîgehê derketî, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê axivî.
Karakaş, da zanîn ku girtiyên ku bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsa Kurd çareseriya demokratîk” ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve ketine greva birçîbûnê di çalakiya xwe de bibiryar in.
Derbasî qonaxeke dî bibe
Karakaş, got wê çalakî heta 31’ê adarê bi awayekî dorveger bidome û heke daxwazên wan neyên qebûlkirin jî dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin. Bi domdarî Karakaş, anî ziman ku girtî tevî lêpirsînên disiplînê û cezayan jî çalakiya xwe didomînin. Karakaş, got ku polîtîkayên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê di serî de girtîgeh, bandoreke mezin li tevahiya civakê dikin.
Deriyê Imraliyê vebe
Karakaş, anî ziman ku bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan re dê polîtîkayên zext û tecrîdê jî bi dawî bibin û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe. Karakaş, bi lêv kir ku daxwazên girtiyan daxwazên însanî ne û divê deriyê Îmraliyê were vekirin, tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û ji hêla fîzîkî ve jî azad bibe.