Hemdan El-Ebid bang li civata navneteweyî kir ku siyasetê ji xebatên mirovî cuda bike. Her wiha destnîşan kir ku bi hatina zivistanê re pêwîste dergehê Til Koçer were vekirin, ji ber ku zêdetirî milyonek koçber û penaber li herêmên Rêveberiya Xweser hene. 

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve kar û xebatên mirovî ji bo pêkanîna destkeftiyên taybet li ser hesabê gelê Sûriyê, hat bikaranîn. Her dawî dergehê Til Koçer bi Vetoya Rûsya û Çînê hat girtin.

Girtina vê dergehê bi awayekî neyînî bandor li jiyana welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û koçberan bi taybet kir. Zêdetirî milyonek koçber û panber li herêmê ne ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêdiviyên wan peyda dike.

Têkildarî mijarê, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî û behsa dorpêça li ser herêmê û bi taybetî bandora girtina dergehê Til Koçer kir.

El-Ebid got ew ji çar aliyan ve di dorpêçê de ne û wiha peyivî “Ji ber wê em bi dijwarî pêdiviyên jiyanê peyda dikin. Dewleta Tirk jî vî tiştî li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne da ku berjewendiyên xwe pêk bîne. Dewlet hemû ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, tu dewletekê li herêmê ji bo alîkariya gelê Sûriyê xebat nekir, ku vî gelî di dirêjahiya salên şer de azar kişand. Biryarên mirovî bi giştî hatine polîtîzekirin.”

Pêwîstiya van kampan bi alîkariyên mirovî hene

El-Ebid destnîşan kir ku li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 16 kamp û gelek kampên bêserûber hene û wiha pê de çû: “Pêwîstiya van kampan bi alîkariyên mirovî hene. Lê girtina dergehan li pêşiya alîkariyên mirovî bû asteng, her wiha qanûna Qeyser zirar gihand gelê Sûriyê bi giştî û gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet.” 

Bi hatina zivistanê re

Her wiha El-Ebid got Rûsya û Çînê li dijî biryara vekirina dergehê Til Koçer veto bi kar anî û wiha berdewam kir: “Ew jî bi awayekî neyînî bandor li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ji ber ku ev dergeh damara sereke ya li herêmê ye. Bi hatina zivistanê re divê ev dergeh were vekirin. Her kes dizane ku zivistan li ser koçbaran bi dijwarî derbas dibe. Em piştgiriyên didin hemû hewldanên Neteweyên Yekbûyî (NY) ku dixwaze alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bike, lê divê ji bo vekirina dergehê Til Koçer kar bike.” El-Ebid bang li civata navneteweyî kir ku siyasetê ji kar û barên mirovî cuda bike.

ANHA/REQA