Divê dengê Êzîdiyan yek be

Sêşem 25 Tîrmeh 2023 - 13:43

Di 9’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê de, civaka Êzîdî xwedî rojeveke xurt a siyasî û civakî ne. Li aliyekî bi sedan malbat ji kampên Başûrê Kurdistanê berê xwe didin Şengalê, li aliyê din hêzên siyasî û civakî gotin û biryara xwe dikin yek da ku hesabê sûcên fermanê bixwazin û pirsgirêka statuya Şengalê zelal bikin. Endamê Mekteb Siyasî ya PADÊ Qehtan Qîranî jî rojeva siyasî ya PADÊ û daxwazên civaka Êzidî ji ANF’ê re nirxand û bal bire ser yekrêzî û tifaqa civaka Êzidî ya li Şengalê.

Xwedî li xwe derkevin

Qehtan Qîranî di destpêka nirxandina xwe de rexne li edaleta Iraqê kir ku, ev 9 sal in fermana li ser Êzîdiyan weke qirkirin qebûl nekiriye û got;’’Hêvî û bendewariya civaka Êzîdî ji Iraqê hebû ku mijara gorên komî û Êzîdiyên windayî bixe rojeva xwe û xwedî lê derkeve. Lê ne hikûmeta Iraqê ne jî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erka xwe ranebûn. Ji vê rastiyê ev tê fêmkirin, eger Êzîdî xwedî li xwe dernekevin, wê rû bi rûyê qirkirinêke din bibin. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de me ev rastî dît. Hikûmeta Herêma Kurdistanê 13 sal qaşo parastina Şengalê kir, encam fermana 3’ê Tebaxa 2014’an e.’’  

Êzîdî vedigerin warên xwe

Civaka Êzîdî 9’emîn salvegera fermanê bi vegera li Şengalê pêşwazî dike ku Rêveberiya Xweser a Şengalê jî bi dirûşmeya ‘’Vegerin Şengalê hilînin tola fermanê’’ kar û xebatên vegera gel û pêşwazîkirina wan dimeşîne. Qehtan Qîranî jî derbarê dîroka fermanan de tesbîteke balkêş kir û got:’’Di dîrokê de Êzîdî piştî fermana ku pêk hatî, venedigerîn warên xwe. Ev cara yekeme em dibînin Êzîdî piştî qirkirina 3’ê Tebaxê, bi vîn û daxwaza xwe vedigerin warên xwe.”  

Divê piştgiriya tifaqê bê kirin

Qehtan Qîranî balê bire ser parçebûna civakî û siyasî ya Êzidiyan û got;’’Hêzên cuda yên leşkeri û siyasî yên Êzîdiyan hene. Pêwîste civaka Êzîdî di daxwazên xwe de xwedî yek gotin be. Destûra Iraqê di gelek xalên esasî de mafên civaka Êzîdî diparêze. Ger gotin û biryara Êzîdiyan yek be, Iraq neçare ku destûra xwe pêk bîne. Ya girîng, Êzîdî destpêkê li Çiyayê Şengalê bibin yek paşê daxwazên xwe bigihînin cihên pêwîst. Piştî fermanê cara yekem e ku li Şengalê aliyên siyasî û civakî dibin yek û tifaqê pêş dixin. Eger gelên Şengalê piştgiriya vê tifaqê bikin, ev tifaq dikare daxwaza mafên Êzîdiyan bike.  Dikarin dengê rastîn a Çiyayê Şengalê bigihînin Bexda yê.’’    

Êzîdatî û çiyayê Şengalê yek in 

Qehtan Qîranî siyaseta dewleta Tirk û PDK’ê ya li ser Şengalê jî bi van gotinan nirxand:"Êrîşên dewleta Tirk a li dijî Şengalê, tolhildana şikestina DAÎŞ’ê ye. Hewil tê dayîn ku heyfa DAÎŞ’ê ji Êzîdiyan bigirin. Wan tifaq kiribû ku Êzidî ji Çiyayê Şengalê derînin, lê hêviyên wan pêk nehat. Bi hêza ku gerîlayên PKK’ê û şoreşa Rojavayê Kurdistanê da Şengalê, ev armancê wan biser neket. Ji ber wê hê jî dixwazin rê li ber vegerê bigirin û êrîşên xwe jî berdewam dikin. Tevî van êrîşan jî Êzîdî vedigerin Çiyayê Şengalê. Êzîdatî û Çiyayê Şengalê bi hev ve girêdayî ye. Êzîdî çiqas li Çiyayê Şengalê bimînin, Ezîdatî wê ewqas berdewam û xurt be."

ANF/ARGEŞ ŞENGALÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.