Divê daxwazên kurdan bi cih bên
Duşem 26 Gulan 2025 - 03:35
Dayika Haci Lokman ê ku bi maşîneya zirxkirî ve hatibû kişandin Nezîre Bîrlîk, got: “Divê daxwazên Kurdan bi cih bên; a yekemîn divê girtiyên siyasî bên berdan, ku gerîla çeka xwe danîn û hatin divê ji bo wan merc bê avakirin. Divê ziman û nasnameya vî gelî azad be.”
Dayika Haci Lokman Bîrlîk ê ku li Şirnexê wexta qedexeyên derketina derve de di 3'yê Cotmeha 2015’an de bi maşineya zirxî ve hatibû kişkişandin û qetilkirin, Nezîre Bîrlîk li ser geşedanên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rû dane axivî. Dayika Nezîre Bîrlîk, destnîşan kir ku ger daxwazên gelê Kurd pêk were dê aştiyeke mayinde pêk bê.
Nezîre Bîrlîk diyar kir ku ger dewlet daxwazên gelê Kurd ên heq bicih bîne dê wê wextê bi samimiyeta dewletê bawer be û wiha axaftina xwe dewam kir: “Dibêjin ‘em ê aştiyê pêk bînin’. Dê aştî li ser çi çêbibe? Daxwazên vî gelî hene. Di girtîgehan de gelek girtî hene, ewqas mirov canê xwe dan, ewqas gund hatin şewitandin û xerakirin. Ev berdêlana hewante bû? Heta gotinên Rêzdar Abdullah Ocalan bicih neyên aştî filan pêk nayê. Em ji dewletê bawer nakin. Divê daxwazên Kurdan bi cih bên; a yekemîn divê girtiyên siyasî bên berdan, ku gerîla çeka xwe danîn û hatin divê ji bo wan merc bê avakirin. Divê ziman û nasnameya vî gelî azad be.”
Nezîre Bîrlîk wiha berdewam kir: “Ewqas xwîn li dijî neheqî û bêhiqûqiyê hate rijandin. Ji bo xwişk û biratiyê, ji bo hemwelatiyek wekhev, ji bo girtin çênebe berdel hatin dayîn. Bila heqê vî gelî bidin. Hate serê min; lê bila neyê serê birayê min, bûka min, kurê min an cîranê min."
MA /ŞIRNEX/ZEYNEP DÛRGÛT