- Pêr êvarê xwepêşandanên mezin li seranserê Iraqê hatin kirin. Li paytext Bexdayê xwepêşanderan dor li sefareta Tirk girt û xwestin sefaret bê girtin.
Pêr êvarê xwepêşandanên mezin li seranserê Iraqê hatin kirin. Li paytext Bexdayê xwepêşanderan dor li sefareta Tirk girt û xwestin sefaret bê girtin. Wan doza bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk li Iraqê kir. Rêxistinên jinan ên Kurdistanê jî banga bidawîkirina dagirkeriyê kir.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd, bomberana Zaxoyê şermezar kir û got, "Divê dagirker ji çar parçeyên Kurdisyanê derkevin û Kurd yekitiya xwe ava bikin."
Tirkiyê 20'ê Tîrmehê li gundê Perex ê ser bi Zaxoyê seyrangeh topbaran kir û yek jê pitik 9 geştiyar qetil kirin û bêhtirî 30 kesan jî birîndar kirin. Hêrs û nerazîbûna ji vê qetlîma hêzên dewleta Tirk a dagirker dewam dike.
Platforma Yekitiya Jinên Kurd jî li dijî komkujiyê daxuyaniyeke nivîskî da û qetlîam şermezar kir. Wê got, "Bi salan e li her çar herêmên Kurdistanê bi sedan sivîl ji hêla dagirkeran ve hatine qetilkirin, ji Roboskî heta Şengalê ji Efrînê heta Mexmurê bi dehan caran bi topbarana dagirkeran jin û zarok di nava malên xwe de hatin qetilkirin.
Bi salan e em li her çar parçeyên Kurdistanê bang dikin da ku şer bê sekinandin û di nav hemû hîzbên Kurdan de yekitiyek bê avakirin. Divê bi awayekî lezgînî ev dagirker ji her çar parçeyên Kurdistanê derkevin. Ji bo vê, divê di serî de em jinên Kurd, dengê xwe bilind bikin û saziyên cîhanê yên li dijî şer agahdar bikin. Em wek Platforma Yekitiya Jinên Kurd vê êrişa li ser sivîlan şermezar dikin.
Li dijî kuştina sivîlan, talankirina Kurdistanê em bang li jinên her çar parçeyên Kurdistanê dikin da ku li dijî vî şerê qirêj nerazîbûnê nîşan bidin, têkoşîna yekitiya jinên Kurd û gelê Kurd xurttir bikin."
Raperîna gel wê dagirkeran bike der
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi daxuyaniyekê xwest leşkerên Tirk ji nav xaka Iraqê bêne derxistin û got, ev yek tenê bi raperîna gel misoger e.
TAJÊ komkujiya dewleta Tirk li Zaxoyê kirî, bi tundî şermezar kir û got, sedema berfirehbûna wan êrişan bêdengiya hikûmetên Iraq û herêma Kurdistanê ye. Wê got, raperîna gel wê misoger bike ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a loi ser axa Iraqê bê anîn. TAJÊ xwest çalakiyên li dijî dagirkeriyê bên berferehkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN