Divê ciwan dengê xwe bilind bikin

Sêşem 9 Nîsan 2024 - 00:25

Nobeta Azadiyê ku ji aliyê Înîsiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate destpêkirin, li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di sala 12'an de dewam dike. Nobeta ku her hefte ji aliyê komeke ji Kurdên li Ewropayê tê meşandin di hefteya 615'an de ye. Çalakî li qadeke nêzî saziyên Ewropayê (Konseya Ewropa, Parlamenta Ewropa, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) tê lidarxistin. Çalakgerên hefteya nû koma ji bajarê Kîel ê Elmanyayê ye. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kîelê Agît Ûral, Medîne Ûral, Abdullah Yildiz û Şiyar Yilmaz çalakgerên vê hefteyê ne. Endamê komê Agît Ûral yek ji 14 siyasetmedar, parêzer, rojnamevan û aktîvîstan bû ku 17'ê Kanûna 2018'an li dijî tecrîdê ketibû greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrgê. Agît Ûral got:"Rojbûna Rêberê me li 4 parçeyên Kurdistanê pîroz be" û Cejna Remezanê ya alema Îslamê pîroz kir. Agît Ûral greva birçîbûnê ya sala 2018'an bi bîr xist û got:"Me hin encam wergirtibin jî ne li gorî daxwaza me bû. Ji bo encameke baş werbigirin, sala 2024'an gelekî girîng e. Saleke berxwedanê ye. Ji bo karibin Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin çi pêwîst be divê em bikin. Em bang li Parlamenta Ewropayê dikin. Mafên mirovan ên ku we xistin rojevê tenê li ser kaxizê dimîne, hûn di pratîkê de bi cih naynin. Di serî de CPT divê li ser vê yekê bisekine. Hêviya me ji ciwanên me jî ew e ku ji bo karibin encamê werbigirin di sala 2024'an de hîn çalak bin, dengê xwe hîn bêhtir bilind bikin. Çawa ku berxwedan û ruhê yekîtiyê yê li Wanê hate nîşandan bi dijmin paşve gav da avêtin, divê ciwanên me yên li Ewropayê jî dengê xwe bilind bikin, yekîtî û rêxistiniya xwe xurt bikin ku em karibin encamê werbigirin û Rêberê xwe ji zindanê rizgar bikin." Şiyar Yilmaz jî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî bang kir ku gelê Kurd bibe yek û xwe bigihînin armancên xwe.

ANF/STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.