Divê Birêz Ocalan azad be

Duşem 3 Sibat 2025 - 02:55

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Copula têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo ji ANF’ê re axivî û got:“Birêz Abdullah Ocalan hem bi rola xwe ya siyasî û hem jî bi rola xwe ya civakî teqez ne kesekî ku ji derveyî mijarê bê hiştin e. Ji ber vê yekê tecrîda ku li ser wî tê dewamkirin û şert û mercên girtina wî ji bo zemîna aştiyê bizerar in. Em dibêjin ku divê ev şert û mercên bizerar werin bidawîkirin. Eger Tirkiye tenê yasayan jî pêk bîne divê Birêz Abdullah Ocalan îro azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe. Azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan ne tenê rewşeke ku yasayan pêşbînî dike ye, azadiya wî ya fîzîkî ji bo bi encamkirina aştiyane ya vê pêvajoyê şert e. Ji bo ku pêvajoya muzakereyê bi tendurist were meşandin divê tecrîd bidawî bibe û Girtîgeha Îmraliyê tavilê were girtin.”

Tecrîd li herderê belav bûye

Ceylan Akça Copula destnîşan kir ku tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo tê sepandin, belavî hemû qadên jiyanê bûye û wiha got:“Di rastiyê de eger hûn bala xwe bidin aliyên têkildarî siyasî, civakî û hiqûqî ya tecrîdê heye. Eger hûn tevî yasayan jî tecrîdê li kesekî pêk tînin, hûn nikarin rê li ber bigirin ku heman sepandin li ser kesên din nayê pêkanîn. Hin sepandinên bêhiqûq hene ku gelek caran li ser Birêz Abdullah Ocalan û Kurdan tên kirin. Aliyê ku hiqûqê bi awayekî xirab bi kar tîne diyar e. Ji bo pêla tundî û tirsa ku li ser civakê tê meşandin bi dawî bibe, divê em tirsên ku afirandiye qebûl nekin. Birêz Abdullah Ocalan kesayetek siyasî û aktorê sereke ye. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de kesayetekî girîng e.”

Bêdengî rewş xerabtir kir

Ceylan Akça Copulo diyar kir ku heta tecrîd bi awayekî mayînde neyê rakirin mirov nikare qala aştiyê bike û got:“Hemû beşên Tirkiyeyê ev 15 sal in dibin şahidê van polîtîkayên desthilatê. Lê em baş dizanin ku sed sal in ev polîtîka berdewam dike. Bêdengiya muxalefetê hişt ku ev polîtîka xirab bibe. Ji ber ku muxalefet li hemberî rewşa birêz Abdullah Ocalan dengê xwe dernexist, îro pêlên cuda yên zextan li ser hemû beşên civakê dimeşîne. Muxalefeta ku dema rêberê tevgera siyasî hedef dihat girtin bêdeng bû, îro ji ber pêla tirsê li ser wê tê meşandin dengê xwe derdixe. Lê belê helwesta wan bû sedema parçebûna dengê yekgirtî. Ne dereng e, divê muxalefet bibêje ew li aliyê hêza demokratîk û û yekgirtî ye.”

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.