Divê Bexda ji şaşiya xwe vegerê

Pêncşem 8 Tebax 2024 - 03:05

  • KCK'ê têkilî biryara Iraqê ya girtina sê partiyên siyasî bi hinceta ku têkiliya xwe bi Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re heye daxuyanî da, destnîşan kir hikûmeta Iraqê bi daxwaz û zexta PDK’ê û dewleta Tirk ev biryar standiye û got ‘’biryar bi temamî siyasî ye, antîdemokratîk e û ti têkiliya xwe bi  hiqûqê re nîne.’’ KCK’ê ji ber vê biryarê hikûmeta Iraqê şermezar kir û got,’’Hikumeta Iraqê serî li ber zextên PDK’ê û dewleta Tirk tewandiye û bi vî rengî dewlet û civaka Iraqê xistiye bin tohmeteke giran.’’

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî biryara Iraqê ya girtina partiyan daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "PADÊ, Tevgera Azadî û Partiya Eniya Têkoşînê ya Demokratîk li gorî destûra bingehîn a Iraqê ava bûne û di çarçoveya destûra bingehîn de karên siyasî dikin. Lewma sûcdariyên ku bi tevgera me re têkildar dikin û vê yekê jî ji bo girtina hersê partiyan dike hinceta girtinê, nêzîkatiyên bêbingeh û nehevgirtî ne. Ji bilî pejirandina fikrên Rêber Apo ti têkiliyeke rêxistinî ya van partiyên siyasî bi tevgera me re nîne.’’

Ev biryar bi kêrî Iraqê nayê

Bi berdewamî KCK’ê got Iraq li Rojhilata Navîn hêzeke sereke ye ku tevgera wan pê re têkiliyê datîne, şerê dijî DAIŞ’ê bi bîr xist û got,’’Tevgera me bêyî ku tiştekî hêvî bike li dijî DAÎŞ'ê bi hawara gelê Iraqê ve beziya. Di çarçoveya daxwaz û vexwendina hikumeta Iraqê de hêzên me berê xwe dan wan deveran ku DAÎŞ lê bû, li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kirin û ev dever ji DAÎŞ'ê rizgar kirin. Hikumeta Iraqê ya wê demê bi rêveberiya tevgera me re hevdîtin kir, li pêşiya raya giştî spasiya tevgera me kir. Lê mixabin hikumeta Iraqê ya niha di nava nêzîkatiyeke berevajî vê de ye. Bi hêzên ku xwedî mejiyê DAÎŞ'ê ne têkiliyê datîne û li dijî tevgera me helwestê nîşan dide. Ev yek bi rengekî eşkere, berevajîkirina rastiyê ye, înkarkirina rastiyê ye. Bi ti awayî bi kêrî Iraqê nayê. Ha bi Tayyîp Erdogan re dimeşe ha jî bi DAÎŞ'ê re dimeşe, ti cudahî di navbera wan de nîne. 

Dema biryarê manîdar e

KCK’ê bi domdarî bal bire ser dema biryarê ango salvegera Qirkirina Şengalê û got,"PADÊ di nava xelkê Şengalê de xwedî cihekî ye û bala xelkê Şengalê dikişîne. Gelekî manîdar e ku di salvegera 10'emîn a komkujiya Şengalê de biryara girtina PADÊ hate dayin. Ev yek bi rengekî eşkere tê wateya helwestek ji alîgiriya qirkirinê û xweşkirina dilê Tirkiyeyê. PADÊ partiyeke ku ji aliyê wan kesan ve hatiye avakirin ku dema DAÎŞ'ê êrişî Şengalê kir derketin serê çiyê û Şengal neterikandin. Lewma rêxistineke têkoşînê ya demokratîk e ku li hemberî qirkirinê hatiye avakirin. Niha jî tê xwestin, partiyeke bi vî rengî bê girtin û hêzên ku di dema êrişa DAÎŞ'ê de ji Şengalê reviyan û xelkê Şengalê di nava qirkirinê de hiştin li Şengalê bêne serwerkirin.’’

Nêzîkatiya li gelê Şengalê ye

Her wiha hate gotin,’’ Ev helwest nêzîkatiya li gelê Şengalê, nêzîkatiya li Qirkirina Şengalê radixe pêş çavan. Di heman demê de nîşan dide ku Iraq bi destê hikumeta heyî ber bi şaşitiyeke çawa ve tê dehfdan. Tepisandina îradeya xelkê Şengalê xizmetê ji çareserkirina pirsgirêkên li Şengalê re nake, ji bilî girankirina pirsgirêkan encameke din bi xwe re nîne. Ev yek nêzîkatiyeke welê ye ku hem zerarê dide xelkê Şengalê hem jî Iraqê. Girtina PADÊ bi temamî plana dewleta Tirk û PDK'ê ye. Dewleta Tirk û PDK li ser Şengalê xwedî planan e û ji bo karibe van planên xwe pêk bîne hewl dide pirsgirêkên li Şengalê bêçareserî bihêle, kûr bike. Girtina PADÊ ji ber vê nêt û armancê ye.’’

Bila Bexda ji şaşiyê vegerê

KCK’ê di daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta Iraqê kir ku ji şaşiya xwe vegere û wiha got:’’Em vê biryara gelekî şaş, metirsîdar û antî demokratîk a hikumeta Iraqê careke din şermezar dikin. Em careke din dixwazin bala her kesên pêwendîdar bikişînin ser rêveçûna heyî. Divê were zanîn ku em ne tenê hikumetê, her wiha her kesên berpirsyar ji vê rêveçûnê berpirsyar dibînin. Lewma em careke din bang li hêzên Iraqî dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin. Her wiha divê hêzên demokratîk ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê, rewşenbîr, saziyên civakî yên sivîl li hemberî vê biryara neheq û antî demokratîk a bi destê dadgeriya Iraqê hate wergirtin, helwestê nîşan bidin û li kêleka xelkê Başûr, Iraqê û Şengalê bisekinin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.