Divê berjewendî yên neteweyî bin
Çarşem 18 Kanûn 2024 - 03:15
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan di serî de PDK, YNK û PYD bang li hêzên Kurdistanî hemûyan kir ku di vê dema dîrokî de ji bo afirandina stratejiyeke hevpar bi berpirsyarî rabin û got: Divê berjewendiyên neteweyî esas bêne girtin, ne yên rêxistinî.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV de bersiv da pirsan.
Karayilan derbarê tecrîda li ser Rêber APO ev nirxandin kirin:’’Omer Ocalan beriya çend rojan, di meclîsê de axivî û hin agahiyên nû dan. Ragihand ku Rêber Apo gotiye, ‘eger derfet bê afirandin, ez dikarim rola xwe bilîzim’ û diyar kir ku derfeta ku wî behs kirî, ne derfeteke şexsî ye, ji bo şexsê xwe tiştekî naxwaze, divê zemîn bê avakirin. Ev tê wê wateyê ku divê dewlet gav bavêje. Tiştek din jî heye ku di vê pêvajoyê de derketiye holê: Mesele heta niha endamên AKP’ê û gelek derdoran digotin MHP û Devlet Bahçelî li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd dibin asteng. Lê belê niha derket holê ku ev yek wiha nîne. Astengiya li pêşiya çareseriyê ne MHP e, AKP e. Tayyîp Erdogan çend Kurdên ku dijminê nifşê xwe ne, li dora xwe kom kiriye û bi rengekî ku di dîrokê de nehatî dîtin li hemû parçeyên Kurdistanê li hemberî gelê Kurd dijminatiyê dike. Bi taybetî jî gelê me divê vê rastiyê baş bibîne; divê her kesê alîgirê çareseriyê têbikoşe û ji bo terikandina vê siyaseta bi nîjadperestî, faşîzm û zextê ya li ser bingehê mirinê, hewl bidin. Yanî heta ti gav neyên avêtin, ji Rêber Apo daxwaz kirin ne rast e. Ev yek, tê wateya zextkirina li ser Rêber Apo. Beriya her tiştî, destpêkê divê desthilatdariya AKP’ê ji bo çareseriyê gav bavêje. Divê ev daxwaz derkeve pêş.
Zextê li HTŞ’ê dikin
Karayilan derbarê geşedanên li Sûriyeyê jî ev nirxandin kirin:’’Rejîma Baas hilweşiya. Di 13 salên borî de gelek bang hatin kirin; gelek hewldan hatin raberkirin, lê wan xwe ji guhertin û veguhertinê re girtin, guh nedan bangan. Xwestin tenê siyaseteke li ser esasê îstixbarat û tundiyê, bi rengekî domdar bidomînin. Piştre di van 12 rojan de, ji ber rizîbûna di nava xwe de jixwe bêyî ku şerekî pir cidî biqewime hilweşiya. Derketiye holê ku DYE, Îsraîl, Îngilistan û Tirkiye di vê mudaxileyê de cih girtine. Niha êdî rojeva jinûve dîzaynkirina Sûriyeyê heye. Qasî tê dîtin, têkildarî vê yekê di navbera hêzên ku nava vê planê cih girtine de, nakokî heye. Tirkiye dixwaze Sûriyeyê li gorî xwe dîzayn bike. Lê belê tişta tê dîtin, hêzên afirînerê lîstokê, ev yek qebûl nekirine. Wan tercîh kirin ku pêşiya lîderê HTŞ’ê Muhammed Golanî vekin. AKP’ê alîgirên xwe amade kiribû û dixwest ew bibin desthilatdar. Ya rast dewleta Tirk alîkarî da wan (HTŞ), lê dîsa jî kesên girêdayî xwe cuda rêxistin kir. Hem navê Artêşa Millî ya Sûriyeyê li vê hêzê kirin, hem jî girêdayî xwe kirin. Bê guman girêdanbûna artêşeke millî ya bi welatekî biyanî re, tişteke ku divê çênebe. Bi kurt û cewherî dewleta AKP’ê xwest hêzên girêdayî xwe, bîne ser desthilatdariyê lê dema ku ev yek pêk nehat, vê carê jî ferzkirinan li HTŞ’ê dike.
Berdevkiya dewleta Tirk nekin
Mûrat Karayilan derbarê rola Kurdan a di vê pêvajoyê de jî ev nirxandin kirin:’’Dewleta Tirk dixwaze Kurd di nava vê planê de cih negirin. Mîna Peymana Lozanê ji bo cih ji Kurdan re neyê dayîn, hewl dide. Bi taybetî jî naxwaze bibe xwedî statu. Dewleta Tirk gelek caran qebûlkirina statuya Başûrê Kurdistanê, weke şaştiyek nirxandiye. Tayyîp Erdogan bi xwe ev tişt gotiye. Niha jî heman şaştî -ku ev di rastiyê de şaştî nîne- naxwazin li Rojava dubare bikin. Ji bo vê yekê, ez di vê dema girîng de bang li hemû berpirsyarên siyaseta Kurd, yanî di serî de PDK, YNK, PYD hemû serok û hevserokên partiyên li her çar parçeyên Kurdistanê, li rewşenbîr û her kesê xwe berpirsyar dibîne dikim: Di vê dema dîrokî de divê her kes berpirsyar nêz bibe. Divê ti kes di sekna xwe ya heta niha de, israr neke. Bila ti kes li pêşiya yekbûna platformeke xwedî cudahiyên fikrî û îdeolojîk, nebe asteng. Berjewendiyên rêxistinî na, berjewendiyên neteweyî divê esas bin. Weke min diyar kirî eger yekîtiyeke pir rêkûpêk nebe jî, divê diyalog hebe; divê nêzîkatiyek hebe. Em dibînin; 2-3 roj in rayedarên Rojavayî jî bênavber qala yekîtiya navxweyî dikin. Em vê rast dibînin û bi her rengî piştgiriyê didin vî fikrî. Rojavayê Kurdistan divê di nava xwe de yekîtiya xwe çêbike, bibe yek deng û bi vî rengî biçe Şamê. Pêdivî bi vê yekê heye. Helbet Rojavayê Kurdistanê bi tena serê xwe nîne; bi wan re xwişk-birayên Ereb, Asûrî-Suryanî hene; divê bi wan re jî bibe yek deng, bi vî rengî xwe bikin yek hêz û îrade. Hin rayedarên ENKS’ê weke berdevkên şerê taybet ên dewleta Tirk diaxivin. Divê ew vî zimanê biterikînin. Gelo ma karê wan e ku weke parêzer û berdevkê Tirkiyeyê biaxivin! Dewleta Tirk weke dewleteke hegemonîk û zextkar dixwaze gelê Kurd tune bike. Tu beriya her tiştî were baxçeyê xwe, yanî were warê Kurdan. Bese êdî xizmeta ji kesên cuda re. Êdî bila hinekê Kurd bibin yek û ji xwe re xizmetê bikin. Ya rast ev e û di vê çarçoveyê de em bawer dikin ku wê li Rojava yekîtî çêbibe. Pêkan e ku sibe li Iraqê jî di vê çarçoveyê de geşedanên nû çêbibin. Yanî pêdivî bi yekîtiyekê heye.
Dewleta Tirk têk birin
Di vê pêvajoya ku bi giştî hat meşandin de tê fêmkirin ku gelên Kurd, Ereb û Asûrî-Sûryanî zemîneke hevpar parastine û bi xurtî sekinîne. Bi taybetî berxwedana li Qereqozax û Bendava Tişrînê ya di hefteya dawî de hat raberkirin, xwedî wateyeke mezin e. Li wir dewleta Tirk têk birin. Generalên Tirk ji bo ku wir teqez bi dest bixin li ser hev mudaxele kiribûn, balafirên şer gelek rabûn, lê nekarîn bi dest bixin. Carna bi pêş ve çûne, lê neçar mane careke din birevin. Ev îradeyeke û îradeyeke mezin li wir hatiye nîşandan. Di encamê de em di pêvajoyek girîng û dîrokî de ne. Ji bo Rojava xetere jî mezine û derfet jî mezin e. Divê gelê me yê Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê xwe amade bike, xwe bi rêxistin bike û li hemberî her cure êrîşan amade be. Lê ji bo serketin û bidestxistina encamê jî derfetên wan ên mezin hene. Em bi hêvî û bawer in ku gelên herêma me xwedî tecrûbe ne, wê bibin yek û bi ser bikevin. Em jî di vê pêvajoya dîrokî de ji her kesî re serketinê dixwazin.
NAVENDA NÛÇEYAN