Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir ji bo yekîtiyê bang li partiyên Kurd kir û got, "Divê berê çekên me ne li hev be. Pêwîst e ku em mîna kelheyê li pişt hev bisekinin û li dijî her cûre êrişên li ser Kurdistanê bibin mertal."
Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir ku di mijarên navneteweyî de divê Kurd helwesteke hevpar nîşan bidin.
Ebûbekir got, "Hêvî, daxwaz û nêrîna me ya li Tirkiyeyê ew e ku ji bo çareseriyê dest neavêje şer û çekê. Em alîgirê wê yekê ne ku li herêmê aştî û aramî serwer bibe û bê parastin."
Ebûbekir ji bo çareseriya pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan jî banga yekîtiyê kir û got, "Bi taybetî xelkên Şengal, Kerkûk, Sediye, Celawla û Xaneqînê ji bo karên navxweyî bibin yek armanc, yek dil. Karê me divê ew be ku ji bo çareseriyê li her qadê nîşan bikin. Armanca me ya hevpar divê ji aliyê hemû aliyan ve bê parastin."
Heval Ebûbekir ji bo yekîtiyê bang li partiyên Kurdan hemûyan kir û got, "Partiyên siyasî hemû divê bibin yek. Divê berê çekên me ne li hev be. Pêwîst e ku em mîna kelheyê li pişt hev bisekinin û li dijî her cûre êrişên li ser Kurdistanê bibin mertal. Di heman demê de têkildarî mijarên navneteweyî divê alî hemû helwesteke hevpar nîşan bidin."
ANF/SILÊMANÎ