Divê azadiya Ocalan rojev be

Sêşem 23 Çile 2024 - 02:45

  • Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Însiyatîfa Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, ji serokê nû yê Komîseriya Bilind a OHCHR’ê Omer Znîber re derbarê tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî de name şandin. 

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên azadiyê li girtîgehên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, di roja 58’an de bi biryardarî dewam dike. Herwiha Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo piştgiriya bi zarokên xwe re li Amed, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Edene, Mêrsîn û Izmîrê dane destpêkirin jî, bi elaqeyeke mezin dewam dikin. 

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) di civîna xwe ya 10`ê Çileyê 2024`an de Nûnerê Daîmî yê Mexrîbê (Fas) yê Ofîsa Netewên Yekbûyî ya Cenevreyê Omar Zniber wekî serokê nû yê komîseriyê hilbijart. Piştî vê yekê, Înîsiyatifa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Înîsiyatîfa Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji Omar Zniber re nameyek şand. Li gorî agahiyan, name bi rêya înternetê hatiye şandin û Omar Zniber ji ber erka wî ya nû hatiye pîrozkirin. Her wiha jê hatiye xwestin ku bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fizîkî bixin rojeva xwe. Di nameyê de rewşa li Îmraliyê û sûcên dijî Rêber Abdullah Ocalan jî hatine rêzkirin. Di 31 Kanûna 2023`yan de jî hezar û 25 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û herêmên din ên Suriyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, imzeyên xwe ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re şandibûn. Lê heta niha Rêxistina Efûyê ti bersiv nedane.

Tecrîd pêşîgirtina li çareseriyê ye

Ji rêveberên Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan ÎHD’ê Heval Sînan Aras jî li ser çalakiyên li dijî tecrîdê anî ziman ku li hemberî girtiyên di greva birçîbûnê de ne bi rengekî cidî mafên mirovan têne binpêkirin û got, "Tirkiye ne li gorî peymanan radibe, tevî ku wê mohra xwe li binê wan daniye. Destûra Bingehîn, Qanûna Ceza û Qanûna Înfazê ya Tirk têne binpêkirin. Kontrolên tenduristiyê û dermanên pêwîst nayên dayîn. Bi taybetî cezayên disîplînê têne dayin, tecrîd tê şidandin." 

Parêzer Aras ragihand ku li girtîgehên bi tîpa F li girtîgehên bi tîpa S û bi Ewlekariya Bilind bi temamî tecrîd tê ferzkirin û got, “Ceza di nava ceza de ceza li girtiyan têne birrîn. Li hucreyên yekkesî mirovan bi temamî bi tenê dihêlin û ji aliyê fikrî ve mirovan bi saxî dikujin. Li deverên gelekî dûr, li girtîgehên bajarê cuda têne ragirtin. Xizmên girtî û hikumxwaran nikarin bi hêsanî biçin serdanê.” 

Parêzer Aras anî ziman ku tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan li dijî Qanûna Ceza û Qanûna Înfazê ya Tirk e û got, “Bi tecrîdkirina Abdullah Ocalan re çareseriyeke aqilane, demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd tê astengkirin.”

ESP’ê jî dest bi greva birçîbûnê kir

Ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re, Rêxistina Stenbolê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan ESP’ê ragihand ku 23’yê Çile ango îro ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan dike.

Rêvebera Stenbolê ya ESP'ê Leyla Can li ser mijarê ji ANF'ê re got, “Tevgera çep a kedkar dema ku qala têkoşîna azadiyê ya Kurd tê kirin, her tim gavekê li paş dimîne. Me gelek caran dît ku ev xeta polîtîk a şoven a civakî neguheriye. Di nava çep a kedkar de ji ber bandora şovenîzmê, grevên birçîbûnê bêbersiv dimînin. Em dibînin ku piştgirî ji têkoşîna azadiyê ya Filistînê re heye, lê belê îtîraz li polîtîkayên êrişê, polîtîkayên dagirkeriyê yên li dijî Rojava nayê kirin. Bêguman em ê xwedî li Filistînê derkevin, em ê li ber dagirkirina Rojava jî rabin. Weke sosyalîstan ev yek wezîfe û helwêsta me ye.” 

Leyla Can têkildarî biryara greva birçîbûnê ya ESP'ê axivî û anî ziman ku rejîmê zextên li ser zindanan zêde kiriye: “Ji ber vê yekê em greva birçîbûnê li hemû platforman dixin rojevê. Hewl didin bandora şovenîzmê bişikînin, serdana nobedên edaletê dikin, dixwazin di rojevê de bihêlin. Di heman demê de hewl didin li qadan jî çalakiyan pêk bînin. Em jî weke Partiya Sosyalîst a Bindestan ji bo vê piştevaniyê li derve mezin bikin, di rojevê de bihêlin, di 23-24-25'ê Çile de ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê dikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.