Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were

Çarşem 9 Nîsan 2025 - 03:20

Şêniyên Amedê têkildarî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî pêk were û gotin:” Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê, lê belê pirsa herî mezin ev e: Em ê çawa ji dewletê bawer bikin? Em êdî nikarin ji dewletê bawer bikin.”

'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo her di rojevê de ye ku 27'ê Sibatê bi rêya Heyeta Îmraliyê hate eşkerekirin. Lê belê li gel ku mehek di ser re derbas bûye, dewletê hîn jî gavek neavêtiye.

Şêniyên Amedê li ser mijarê axivîn.

Mecît Ûrgay: Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan berpirsyariya xwe bi cih anî. Bang kir, hêvî û moral da gel. Birêz Ocalan ji bo aştî û çareseriyê amade ye. Lê belê dewletê hîn gaveke bi tenê jî neavêtiye. Beriya her tiştî divê mafê hêviyê bixe meriyetê û azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk bîne. Kurd tenê bi vî rengî dikarin ji dewletê bawer bikin. Eger Tirkiye dixwaze bibe hêzeke super divê bi Kurdan re li hev bike. Birêz Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû ya aştiyê afirandiye.

Veysel Atli: Bi salan e em di nava kaos û bûyeran de ne. Pêvajoya çareseriyê hem ji bo gelê herêmê hem jî ji bo me pêvajoyeke erênî ye. Em êdî şer naxwazin. Ji aliyekî ve qala pêvajoya çareseriyê tê kirin, li aliyê din jî balafirên şer radibin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê dewlet ji dil be. Lîderekî Kurdan heye, ew jî Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan gav avêt, divê dewlet jî gavê biavêje. Em êdî şer naxwazin.

Mehmet Salîh Kizil:  Ji aliyekî ve qala aştiyê tê kirin, lê li aliyê din jî balafirên şer nasekinin. Em ê çawa qala aştiyê bikin? Dewlet ji bo aştiyê gavekê neavêje. Divê dewlet tavilê gavê biavêje. Rêber Apo berpirsyariya xwe bi cih anî. Divê êdî dewlet jî berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Haci Tanriverdî: Zehmet e ku ev pirsgirêk bi du yan jî sê gotinan bê vegotin. Kîn û nefreta ku çil sal in dewam dike, bandor li me hemûyan kiriye. Em êdî şer naxwazin. Bi mirinê tiştek bi dest nakeve. Şer tenê me bi paş dixîne. Em piştgiriyê didin vê pêvajoyê, lê belê pirsa herî mezin ev e: Em ê çawa ji dewletê bawer bikin? Em êdî nikarin ji dewletê bawer bikin.

ANF/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.