Divê aştiyeke tam pêk were
În 25 Tîrmeh 2025 - 03:22
Dayikên Aştiyê ku bi hesasiyeteke mezin pêvajoyê dişopînin ji ANF’ê re axivîn. Ji Dayikên Aştiyê Rewşan Doner bi bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê û qurbaniyên Komkujiya Zîlan dest bi axaftina xwe kir. Rewşan Doner anî ziman ku weke malbateke ku şehîd û berdêl daye, ew pêvajoyê bi baldarî dişopînin û ew hewl didin êşa xwe bide aliyekî û aştiyê ava bike. Rewşa Doner diyar kir ku cenazeyê birayê wê ku ji Goristana Garzanê hate derxistin, hîn jî li kêleka Goristana Kîlyosê ye, weke cenazeyê birayê wê gelek cenaze radestî wan nehatiye kirin. Rewşan Doner ku bandora herî giran a şer lê bû, gazin li wan kesan kir ku naxwazin pêvajoya nû bi rê ve biçe. Doner ku medya dîjîtal dişopîne got:“Yek ji leşkerên ku çend hefte berê ji ber gaza metanê jiyana xwe ji dest da ji Bedlîsê bû. Birayê wî daxuyanî da û got, ‘Bavê min û ez bi salan e cerdevaniyê dikin. Navê me jî binivîsînin, em ê jî biçin operasyonê’. Ez careke din ji vir ji wan re dibêjim; bila bi aqilane tevbigerin.” Rewşa Doner diyar kir ku banga Rêber APO ji bo dayikan gelekî girîng e, destnîşan kir ku divê her kes xwedî li vê bangê derkeve û got:“PKK ji bo em Kurd bibin xwedî gotinê û bi rûmet bijîn, ava bû. Bi saya vê têkoşînê yên ku dixwestin me asîmîle bikin hebûna me nas kirin. Weke dayikan banga 27’ê Sibatê ya Rêbertî li ser serê me ye. Ji ber vê yekê em bi banga aştî û civaka demokratîk re ne. Ji bo me dayikan mizgînî ye, lewma em ê vê mizgîniyê dewam bikin.” Rewşan Doner bi bîr xist ku PKK’ê bi merasîmeke sembolîk çekên xwe îmha kir û diyar kir ku niha dora gavavêtinê ya dewletê ye û got:“Niha ji bo pêvajoyê kar hene ku divê bi rengekî qanûnî bêne kirin. Lewma daxuyaniya ku Serokkomar AKP’ê li kampa Kizilcihamamê kir li gorî pêvajoyê kêm e. Koma Aştî û Demokrasiyê ya ji 30 kesî ku çekên xwe şewitand, diviyabû bi heyetê re vegeriya bûya. Diviyabû Erdogan ev garantî bida. Garantiyên hiqûqî yên pêwîst hîn nehatine dayin. Divê tavilê gav bêne avêtin.”
Baweriya me bi Rêberê me tam e!
Feleknas Karabaş diyar kir ku gundê wan ê li Bedlîsê ji ber ku ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin ew neçar man bi malbatî koçî Stenbolê bikin û got:“Baweriya me ya bi Rêbertî tam e, baweriya me ya bi gelê me re tam e. Eger em dewletê û gelê Kurd bînin beramberî hev, yên ku êşkence dîtin em bûn. Yên ku zilm û êşkence dîtin em bûn, lê li gel vê yekê jî em aştiyê dixwazin, em li benda wan e ku gavekê biavêjin. Heta ku ew êrîşî me nedin ji aliyê me ve wê gavek ber bi şer ve neyê avêtin. Em alîgirê aştiyê ne. Lê belê em dixwazin ev aştî bi rûmet be. Kurd, Tirk xwişk û bira ne û eger Misilman Misilmanan bikuje ev kar nabe. Ez bi taybetî ji vê derê bang li cerdevanan dikim; we rahiştine wan çekan û hûn xwişk û birayên xwe dikujin. Pereyê ku hûn dixwin heram e, ne heca ew tê qebûlkirin ne jî nimêja we. Axaftina we jî rast nîne. Di heman demê de ji vê derê bang li cîhanê dikim; aştiyeke bi rûmet wê bi destê me pêk bê. Baweriya me ya bi Rêberê me tam e, baweriya me ya bi gelê me tam e.”
Ji Dayikên Aştiyê Fatma Yilmaz diyar kir ku 12 sal in ew agahiyê ji kurê xwe yê derketiye çiyê wernagire, çavê wê timî li rê ye û got:“Heta ku aştî pêk were em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Rêbertî banga xwe kir, ji bo aştiyê gav avêt, her tişt anî ziman, ya ku divê bê kirin nîşan da. Bila dewlet êdî gavekê biavêje û sererastkirinên hiqûqî yên pêwîst bike. Eger aştî wê pêk were divê tam pêk were. Em hêvî dikin ku ev şer bi dawî bibe û hemû bi hev re rûnên û aştiyeke bi rûmet pêk bînin.”
ANF/ZEYNEP KURAY