Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Şemî 29 Adar 2025 - 03:40

Konferansa 19'emîn a Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd ku li paytexta Belçîka Brukselê li Parlamenta Ewropayê (PE) hat lidarxistin, di roja 2'emîn de bi dawî bû. Panela pêncemîn û ya dawî ya konferansê bi sernavê “Teşwîqkirina demokrasiyê û avakirina pêşerojê” bi moderatoriya Delal Aydin destp ê kir. 

Têkoşîna jinên Kurd gerdûnî ye

Ewilî ji Enstituya Tundiya Malbatî, Ol û Koçberan Şîlan Fuad Hisên mafê axaftinê girt û got ku jin dixwazin pêşeroja xwe bi xwe tayîn bikin. Têkoşîna Azadiyê ya Jinên Kurd bi têkoşîna femînîzmê re bûye yek û karekterekî gerdûnî qezenc kiriye û got ku bi saya tevgera jinan çav û guhê hemû cîhanê li Rojava ye. Jin li Başûrê Kurdistanê li dijî têgihiştina feodal têkoşiyan. Bêyî jinan demokrasî pêkan nîne. Têkoşîna jinan rêya têkoşînên cuda ronî dike.”

Em bibin aktorê guhertinê

Ji Komîteya Têkîliyên Derve ya KNK’ê Nîlufer Koç jî got:“Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku di 27’ê Sibatê de banga xwe kir, xitabî her kesî kir. Li vê derê derfetekî girîng heye. Divê em vê derfetê bikarbînin. Dem hatiye ku gelê Kurd çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Em divê bibin aktorên vê guhertinê. Ji dîktatoran daxwaza demokrasiyê kirin, kêrî ti tiştî nayê. Pêwîstiya Trump an jî Erdogan bi demokrasiyê tine ye. Pêwîstiya gel bi demokrasiyê heye. Ji ber vê yekê divê berpirsyariya ku dikeve ser me bi cih bînin.”

Encama dawî 

Konferans piştî navbera kurt ji bo parvekirina encama dawî kom bû. Encama dawî ji aliyê Dersim Dagdeviren ve hate parvekirin û wiha hate gotin:“Banga Aşitî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Siyasî yê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de kir, ne tenê ji bo Tirkiye, ji bo tevahiya herêmê ji bo çareserkirina girêkê derfetekî bêhempa pêşkêş dike. PKK bi awayekî lez bi ragihandina agirbesta yek alî bersiv da vê bangê. Niha tişta ku divê were kirin ew e ku bingehên hiqûqî û siyasî ku vê pêvajoyê bigihîne aşitiyekî mayinde, were avakirin. Daxilkirina Ocalan ji bo pêvajoya aşitiyê û ji bo serkeftina pêvajoyê xwedî girîngiyekî mezin e.”

Di biryarê de ev daxwaz cih girtin:

* Rawestandina êrîşên Tirkiyeyê yên li Bakurê Sûriye û Herêma Kurdistanê ya Iraqê ku tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî.

* Bidawîkirina pêkanînên qeyûm.

* Ji bo pêşvebirina pêvajoya hatî destpêkirin, demildest girtina tedbîrên siyasî û hiqûqî.

* Pêkanîna azadiya Abdullah Ocalan ku ji bo ku rola xwe bi awayekî guncaw bi cih bîne mecbûrî ye.

* Di biryarê de ev bang li Yekîtiya Ewropayê û saziyên wî û bi taybet Konseya Ewropayê hate kirin.

* Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî unsûrê demokratîk a jêneger a Sûriyeya yekbûyî û piralî were naskirin û xurtkirin, 

* Tavilê pêkanîna biryarên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di doza Abdullah Ocalan de girtiye.

* Bikaranîna hemû mekanîzmayan ji bo xurtkirina pêvajoya çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û demokratîkirina Tirkiye û Rojhilata Navîn.

* Ji bo ji pêvajoya berdewam a aşitiyê re peyamekî erênî were dayîn, derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteya terorê.

BRÛKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.