Cerdevanan tiştên goristanê dizîn

Şemî 2 Tebax 2025 - 03:42

Goristana gerîlayên HPG û YJA-Starê ya Çiyayê Cûdî ku bi navê Şehîdgeha Cûma Bilikî (Ramazan Aybî) û Binevş Edessa (Zeynep Bozkurt) tê zanîn di sala 2015’an de di encama êrişa artêşa Tirk a bi top û hewanan hatibû xerakirin. Ji sala 2015’an heya îro çûyîna herêmê bi hinceta “ewlehiyê” qedexe ye. Çavkaniyên xwecihî ku çûne herêmê û ji ber ewlehiyê nexwestin navên xwe bidin diyar kirin ku piştî êrişa top û hewanan cerdevan bi kamyonan çûne herêmê. Çavkaniyan da zanîn ku cerdevanan di navbera salên 2024-2025’an di bin kontrola leşkeran de çûne herêmê û hesinên ji avahiyên derdora goristanê derketine û maşîneyek a mertalên zindî ku hatibû şewitandin û amûrên weke jeneretor û konê nobetê ku li wir bûne xûrde li kamyonan bar kirine û anîne navenda Şirnexê firotine. Ji ber ku ji sala 2015’an ve çûna herêmê qedexe ye, rewşa dawî ya rûxandina goristana li Çiyayê Cûdî nayê zanîn.

AW/NEDÎM ORÛÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.