Ji bo komîsyonê li hev civiyan
Şemî 19 Tîrmeh 2025 - 03:00
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş û nûnerên partiyên siyasî ji bo komîsyona tê plankirin li Meclisê bê avakirin, li hev civiyan.
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş û nûnerên partiyên siyasî ji bo komîsyoneke ku tê plankirin di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dewam dike de bê avakirin, li hev civiyan. Nûnerên partiyan tev li civîna ku li parlamentoyê hate lidarxistin bûn.
Cîgira Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Serokê Koma CHP’ê Mûrat Îmîr, Serokê Koma ÎYÎ Partî Mûrat Kavûncû, parlamenterê Partiya Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen û Serokwekîlê Koma MHPê Erkan Akçay tev li bûn. Her wiha Serokên Koma AKPê jî beşdarî civînê bûn.
Di civîna navborî de gelek mijarên wek; gelo dê komîsyon bi qanûnan an jî bi însîyatîfa Nûman Kûrtûlmûş bê rêvebirin, hejmara endaman û rêgezên xebatên wê zelal bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN