Dişa xwe birîndar kir û revî

Pêncşem 16 Kanûn 2021 - 22:48

  • Li navçeya Şirnexê Cizîrê, di êrişeke çekdarî de jina bi navê Cehya Caglar birîndar bû. Pêr êvarê, li taxa Cûdî ya Cizîrê, jina bi navê Fehîme Mangir û hevjînê wê Fethî Mangir bi hev çûn. Li ser vê, Fehîme Mangir çû mala birayê xwe.

Li navçeya Şirnexê Cizîrê, di êrişeke çekdarî de jina bi navê Cehya Caglar birîndar bû. Pêr êvarê, li taxa Cûdî ya Cizîrê, jina bi navê Fehîme Mangir û hevjînê wê Fethî Mangir bi hev çûn. Li ser vê, Fehîme Mangir çû mala birayê xwe. Pişt re hevjînê wê Fethî Mangir jî çû mala bûrayê xwe û bi çekê êriş kir. Di êrişê de jinbira Fehîme Mangirî, Cehya Çaglar birîndar bû. Çaglar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Hevjînê Caglar hat girtin, lê êrişkar Fethî Malgir ji cihê bûyerê reviya.

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.