Di çalakiyên tîmên gerok ên gerîlayan de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin û konek jî hate îmhakirin. Dagirker bi bombe û çekên kîmyewî yên qedexe êrişî hêzên Kurdistanê kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, derbarê şerê li Zap, Metîna û Avaşînê de ev agahî dan: “Di encama çalakiyên bi bandor ên tîmên me yên gerok de, 4 dagirker hatin cezakirin, konekî leşkerî hat îmhakirin.
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi bombeyên qedexekirî û 8 caran jî bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Li pêşiya çeperên şer ên Şehîd Felat madeyên plastîk û lastîkên otomobîlan şewitandin û bi aspîratorê dûmanên jehrî berdan nav çeperên şer. Di heman demê de Qadên Berxwedanê 42 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”
HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir:
Li Zê (Zapê)
Di 30’ê Cotmehê de li Qada Berxwedana Sacayê dagirker ji aliyê tîmên me yên gerok ve bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.
Di 31’ê Cotmehê saet 15:50’an de dagirkerên li Qada Berxwedanê Çemçoyê ji aliyê tîmên me yên gerok ve bi çekên giran hatin gulebarankirin û 3 dagirker hatin cezakirin.
Li Metînayê
31’ê Cotmehê saet 08:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hêzên me bi çekên giran liu dagirkeran da û konekî leşkerî îmha kir.
BEHDÎNAN