Dîsa mohlet da Tirkan

În 3 Kanûn 2021 - 23:18

  • Komîteya Wezîran a KE´yê careke din di meseleya bicihneanîna biryarên DMME´yê de bi xemsarî tevgeriya. Di doza Ocalan de wê tenê bang li dewleta Tirk kir da ku mekanîzmayeke lêkolînê ava bike û ji bo agahdarkirina komîteyê jî qederê salekê mohlet dayê.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê (KE) di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) de ji Tirkiyeyê xwest ku derbarê Rêber Abdullah Ocalan de heta Îlona 2022’an agahiyekê bide. Yanî komîteyê bi îhtîmam îşaret bi wê yekê kir ku ew naxwaze hêvî bi girtiyan re çêbe ku ew ê teqez bên berdan, û ji bo Tirkiye wê agahdar bike jî hema hema salek mohlet dayê. Komîteya Wezîran li ser biryara DMME´yê ya li ser Selahattin demirtaş jî ji dewleta Tirk xwest ku wî berde.

Komîteya Wezîran a KE´yê di dema civînên xwe yên 29’ê Mijdarê û 2’ê Kanûnê de li ser dosyeyeke derbarê Îmraliyê de jî sekinî.

Komîteyê di rûniştina xwe ya 1’ê Kanûnê de li ser Tirkiyeyê nîqaş kirin.

Komîteyê derbarê biryara ‘Ocalan-2’ de derbarê kesên girtî de agahî xwest. Komîteya Wezîran ji rayedarên dewleta Tirk xwest ku derbarê rewşa di warê pêkanîna tevdîrên giştî de heta Îlona 2022’an agahiyan bide.

Biryarên komîteyê li ser dosyayê

Biryarên komîteyê yên li ser dosyaya biryara DMME´yê ya li ser Abdullah Ocalan wiha ne:

- Ji ber di mewzûata Tirkiyeyê de mekanîzmaya lêkolîna cezayê girtîgehê ya muebeda girankirî tineye, ev doz têkildarî pêşîlêgeirtina li miameleya xerab e, divê vê tesbîta binpêkirinê hêviyekê nede miracaetkeran ku serbestkirin wê pêk were, lê divê rayedarên neteweyî li gorî standardên ji aliyê dadgehê ve hatine diyarkirin, mekanîzmayeke lêkolînê ava bikin.

- DMME´yê tesbît kiriye ku xala 3’yan a Peymanê ya derbarê şertên girtina piştî dema 17’ê Mijdara 2009’an de ya doza Ocalan (No:2) binpêkirin tine, dadgeh li ser miracaeta şertên girtinê mijûl e, ev şertên girtinê ji aliyê Komîteya Pêşîlêgirtina li Cezayê yan jî Miameleya Xerab a Dermirovahî û Êşkenceyê ya Ewrûpayê tê şopandin, di nav van şertan de derbarê şertên girtîbûnê ya miracaetê de ti tevdîreke şexsî ne hewce ye.

- Hatiye diyarkirin ku tevdîrên şexsî girêdayî pêkanîna tevdîrên giştî ne.

- Hatiye diyarkirin ku wekî ku DMME´yê jî diyar kiriye, heke mekanîzmayeke lêkolînê were pêkanîn, derfeta miracaeta ji bo berdana bi şert çêdibe, lê heke rayedar bigihêjin wê encamê ku ev kes wê di nav civakê de xeterê bidomîne, hingê maneya wê ew e ku divê mirov ne li bendê be ku berdana bi şert teqez pêk were.

- Rayedar ji bo tevdîra li hemberî van binpêkirinên di biryaran de tespîtkirî, têra xwe agahî nedane û ji bo ku çarçoveya qanûnî li gorî standartên Dadgehê pêk bînin, bang li wan hatiye kirin û hatine teşwîqkirin ku mînakên baş ên reformên dewletên din ên endam in, sûdê wergirin.

- Di heman demê de derbarê kesên cezayê girtîgehê yê muebedê li wan hatiye birrîn jî agahî hatiye xwestin.

- Rayedar ji bo rewşa pêkanîna tevdîrên giştî, divê herî dereng heta dawiya Îlona 2022’yan agahiyan bidin.

Demirtaş berdin

Komîteya Wezîran a KE´yê wekî din xwest ku Selahattîn Demirtaş demildest were berdan û Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk li gorî biryara DMME’yê biryarê bide.

Benan Molû, parêzera Demirtaş got, ‘’Komîteya Wezîran derheqê Selahattîn Demîrtaş de biryar da, pîlana çalakiyê ya Hikûmetê nirxand, xwest ku Demirtaş demildest were berdan, Destûra Bingehîn a Tirk zûka li gorî DMME´yê biryaran bi cih bîne.’’

Molu wekî din got, ‘’Komîteyê her wiha xwest ku di biryara Demirtaş de ji bo serxwebûna Desteya Dozger û Dadgeran (DDD) û darazê bi cih were, qanûn bêne guhertin, xasma ji bo pirrengî û azadiya derbirînê ya muxalifên hilbijartî were xurtkirin, li dijî girtinên kêfî yên TCK [Qanûna Ceza a Tirk] 314’an tevdîr bêne girtin.’’

STRASBOURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.