Li dijî êrişên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk a dagirker, berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên delweta Tirk û berxwedana gerîla got, "18'ê Tebaxê saet di 06:00´an de artêşa Tirk a dagirker li qada Geliyê Şehîd Firat a navçeya Kemanê ya Erzînganê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Dagirkerên yekîneyên xwe yên veşartî li qadê hiştin û bi rengekî bêencam vekişiyan.
Herêma Avaşînê qadên berxwedanê yên Girê Sor û Werxelê; 24'ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker piştî ku bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Girê Sor barandin, xwest bi pêş ve biçe. Di encama destwerdana berxwedêrên Girê Sor de dagirker neçar vekişiyan. Heman rojê saet di 19:00´an de careke din bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qadên berxwedanê barandin.
24'ê Tebaxê saet di navbera 02:55-03:00 de artêşa Tirk a dagirker qada berxwedanê ya Werxelê 4 caran bi teqemeniyan bombe kir û piştre xwest bi pêş ve biçe. Bi destwerdana berxwedêrên Werxelê re dagirker vekişiyan.
Li Werxelê, li gel bikaranîna her rê û rêbazê jî dagirker ji ber destwerdana hêzên me nikarin bi pêş ve biçin. Sibeha 25'ê Tebaxê bi rengekî giran gazên kîmyewî li dijî qadên berxwedanê bi kar anîn."
BEHDÎNAN