Artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi teqemenî û gaza kîmyewî êriş bir ser tunelên şer ên li devera Werxelê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyanî da û got, "19'ê Tîrmehê saet di 22:30'î de artêşa Tirk a dagirker li herêma Avaşînê bi teqemeniyan û gaza jehrî êriş bir ser tunelên şer ên li devera Werxelê.

19'ê Tîrmehê saet di 16:00´an de li nehiya Kanîmasî ya navçeya Amediyê bi balafiran bombe li derdora gundê Bazê hate barandin. Ji ber bombardûmanê agir bi deverê ket û şewat hîna jî dewam dike.

19'ê Tîrmehê saet di navbera 16:30-00:00 de qada Çemço ya herêma Zapê bi obusên ji qereqolên li ser sînor hate bombekirin."

BEHDÎNAN