Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG´ê got, dewleta Tirk a dagirker beramberî berxwedana gerîla teqiniye û ji ber wê hiqûqa şer jî binpê dike. HPG´ê da zanîn ku artêşa Tirk li Zendûra careke din gazên kîmyewî bi kar anîne û bi qest deverên şên jî bombe dike. 

HPG'ê li ser çalakiyên gerîlayan jî agahdar kir û ji bo Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê got li herêma Bestayê ev çalakî bûne, "Hêzên gerîla 11'ê Hezîranê saet di 19:00´an de li nêzî gundê Navyana Şêxan a Şirnexê, li dijî dagirkerên li ser Girê Misto û yên li ber karê çêkirina rê ya li herêmê, ji du baskan ve çalakî kirin. Gerîlayan bi qasî hate piştrastkirin, dagirkerek ceza kir."

HPG´ê da zanîn ku çêkirina rê li Bestayê li deverên Girê Mizgeftê, Girê Mêrûya, Girê Misto, Kaniya Maran û Deşta Parê ji bo dagirkeriya leşkerî ye û xwest ti kes beşdarî çêkirina van rêyan nebe.

Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê

HPG´ê da zanîn ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê berxwedan wisa bûye: "9'ê Hezîranê saet di navbera 19:30-20:00 de Girê Zendûra bi balafirên şer 4 caran hate bombekirin. Ji 10'ê Hezîranê heta 12'ê Hezîranê li Girê Zendûrayê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Dagirker li gel hemû hewldanên xwe û teknîka xwe, nekarî bikevin nava tunelên şer. 12'ê Hezîranê dagirkeran li tunelên şer teqînên mezin kirin û piştre jî gazên kîmyewî yên bi rengê spî avêtin nava tunelan. Dagirkerên ku kincê spî yê taybet li xwe kiribûn û maskeyên gazê dabûn ber devê xwe, li derdora tunelên şer civiyan. Li gel van hewldanên nemerdane û derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker, hevrêyên me yên li Girê Zendûrayê bi îradeya Apoyî ya ji pola li ber xwe didin.
Hêzên me yên YJA Starê 12'ê Hezîranê saet di 19:00´an de li dijî dagirkerên li derdora gundê Êzîdî çalakiya sûîqestê kir û dagirkerek ceza kir."

Bi qest sivîlan bombe dikin

HPG´ê got, artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê bi qest bombeyan li cih û warê sivîlan dibarîne. Li gorî vê 13'ê Hezîranê malên mirovên gundê Hirorê bi helîkopterên êrişê hatine bombekirin.

BEHDÎNAN