Dîsa çapemeniya azad kirin hedef

Şemî 18 Çile 2025 - 02:50

Polêsên Tirk li Stenbol, Mêrsîn û Wanê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 6 rojnameger hatin binçavkirin. Rojnameger Reyhan Hacioglû li Wanê, rojnameger Ahmet Guneş, Necla Demîr û Rahîme Kar û Welat Ekîn jî li Stenbolê,  Vedat Oruç jî li Tarsûsa Mêrsînê hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehate zanîn. Li rojnameger Reyhan Hacioglû ku li Wanê hate binçavkirin, gef lê hatin xwarin. Polîsan bi gotina “Dengê xwe bibirin nexwe em ê we tevan kom bikin. Ez ê we tevan bigirim û wê ruhê tu kesî nebihîse.” gef li hevalên Reyhan Hacioglû yên rojnameger xwarin. Reyhan Hacioglû jî nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da û got:“Li hundir an jî li derve, em li ku jî bin em ê her tim heqîqetê binivîsin. Bi binçavkirin, girtin, gef û êşkenceyan hûn nikarin me têk bibin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.” Polîsan dest danîn ser alav û amûrên dijîtal ên li malê. Di çarçoveya heman lêpirsînê de polêsan bi ser Produksiyona Martiyê û Produksiyona Guncelê yên li navçeya Beyoglû ya Stenbolê de girtin. Polîsên ku bêyî agahiyê bidin xwediyên şîrketan bi ser de girtin, derî şikandin, hemû kompûter û hard dîsk desteser kirin. 

Sosreta ‘karta terorê’

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûna 2024’an de dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, ji hêla dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Rojnamegeran jî ji bo protestokirina qetilkirina rojnamegeran, di 21’ê Kanûnê de li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî dan. Rojnameger Gulistan Dursun tevî 7 hempîşeyên xwe ji ber tevlibûna daxuyaniyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Rojnameger Gulistan Dursun li Girtîgeha Marmarayê (Sîlîvrî) tê ragirtin û ji ber ku qebûl nekir qerta “sûcdara terorê” bixe stûyê xwe, cezayê disiplînê lê hate birîn. Gulistan Dursun têkildarî mijarê bi rêya parêzerên xwe peyamek şand. Gulistan Dursun, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê qerta “sûcdara terorê” daye wê û wê jî ev qert qebûl nekiriye. Ji ber qebûl nekiriye vê qertê bixe stûyê xwe, “cezayê disiplînê” lê hatiye birîn. Hat zanîn ku Gulistan Dursun ev 3 roj in daxwaza rojnameyan dike lê jê re nayên dayin.

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.