• Hate zanîn ku dewleta Tirk 12’ê Kanûnê goristana gerîlayên HPG/YJA Starê ya li Çiyayê Bagokê bombe kiriye û ji bo kolanê kepçe biriye herêmê.

Hate zanîn ku dewleta Tirk 12’ê Kanûnê goristana gerîlayên HPG/YJA Starê ya li Çiyayê Bagokê bombe kiriye û ji bo kolanê kepçe biriye herêmê.

Operasyona dagirkeran ji 11'ê Kanûnê ve li Çiyayê Bagokê ya li navçeya Nisêbînê ya ser bi Mêrdînê, didome.

Hat zanîn ku tîmên taybet û cenderme li hin cihên herêma bejahî bi cih bûne û bi rojan e li herêmê tevgera helîkoptêran heye.

Hate ragihandin ku 12'ê Kanûnê balafirên şer ên dewleta Tirk derdora goristana gerîlayên HPG-YJA Starê bombe kiriye. Her wiha hate gotin, devera di navbera gundê Marînê û Xirbê Xelo de jî hatiye bombekirin.

Jêderên cihî dan zanîn ku kepçeyek şandine herêma ku tevgera leşkerî lê didome û bi kepçeyê Şikefta Silo ev 2 roj in tê kolan.

MÊRDÎN