Dîsa 6 mehan qedexe kirin

În 17 Mijdar 2023 - 00:15

Derket holê ku li Rêber Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayekî nû yê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birrîn. Bi hinceta “ewlehiyê” naveroka biryarê bi parêzeran re nehat parvekirin. Ji rojnamevanên ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever ragihand ku parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6’ê mijdara 2023’yan de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî serlêdanê parêzer hîn bûn ku di 31’ê cotmeha 2023’yan de li miwekîlê wan Rêber Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birrîn. 

Sedem qaşo ‘ewlehî’ ye 

Parêzeran xwestin ku naveroka biryara qedexeyê û mînaka dosyayê bidin wan. Lê dadgeriyê bi hinceta “ewlehiyê” ev daxwaz red kir. Parêzeran, li dijî biryar qedexeyê li dadgeha jor îtîraz kirin. Lê ev îtîraz jî hate redkirin.  

Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê wê li dijî vê biryara qedexeyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bide. 

Di 26’ê Nîsana 2023’yan de ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re li Rêber Abdullah Ocalan hatibû birrîn. Piştî ku ev dem temam bû, parêzeran ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kiribûn. Di encama vê serlêdanê de jî derketibû holê ku di 31’ê cotmehê de heman ceza dîsa hatiye birrîn. Bi vê biryara qedexeyê ya dawî re hejmara biryarên qedexeya hevdîtina bi parêzeran re bû 12. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.