Dîroknasa Kurdolojiya Rûsyayê Evgenia I.Vasilyeva wefat kir

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 2 Adar 2023 - 05:06

KURDISTAN LEZGIYEVA

 

Bêdeng û bêyî ku akademiya lêkolînên Kurdî jî zêde behsa wê bike, Evgenia I. Vasilyeva, kurdologa navdar, xebatkara herî mezin a Înstîtuya Karên Derve ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê, doktora Zanistên Dîrokî, koça dawî kir. 

Arasteya sereke ya xebatên Evgenia Vasilyeva dîroka Kurd û Kurdistanê ya Serdema Navîn û serdema nûjen e. Her wiha wê gelek xebatên zanistî jî birine serî û di vî warî de keseke berhemdar e. Lê ew nexasim bi xebatên xwe yên li ser destnivîsên Şerefnameya Şerefxan Bedlîsî dihat naskirin.

 

Jînenîgariya wê

Evgenia Ilyinichna Vasilyeva di 22’ê Çileyê 1935’dan li gundê Kievets ê herêma Novgorod ji dayik bû. Di sala 1944’an de malbata wê koçî Lenîngrada hingê kir; piştî ku bajar dîsa bû Saint Petersburgê ew hê li wir bû. Di sala 1953’an de ew dikeve Fakulteya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Dewletê ya Lênîngradê. Di sala 1958’an de piştî ku beşa Dîroka Welatên Rojhilata Nêzîk û Navîn a Fakulteya Rojhilatnasiyê qedand, li Înstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê dest bi xebatê kir. Di sala 1984’an de li Înstîtuya Destnivîsên Rojhilatî ya Akademiya Zanistî de weke lêkolerekê dest bi xebatên xwe kir. Piştî salên 2007’an jî li Înstîtuya Destnivîsên Rojhilatî ya Akademiya Zanistî ya Rûsyayê xebatên wê yên lêkolînê dewam kirin. 

Wê teza xwe ya doktorayê sala 1977’an bi navê “Kronîka Xusrew Ibn Mihemed Tarîx-î Benî Erdelan” wek çavkaniyeke li ser dîrok û etnografyaya Kurdên Erdelanî yên sedsalên 18-19’an hazir kir. Di sala 1992’an de, tezeke duyem a doktorayê li ser monografiya "Kurdistana Başûr ji sedsala 17’an heta destpêka sedsala 19’an: Gotarên li ser dîroka mîrên Erdelan û Baban" (1991) temam kir.

 

Kar û xebatên wê yên zanistî

Monografiya wê “Kurdistana Başûr ji sedsala 17’an heta destpêka sedsala 19’an: Gotarên li ser dîroka mîrên Erdelan û Baban” a sala 1991´ê ji xebatên wê yên girîng e. Wê naveroka vê teza xwe ya doktorayê ji dîroka civakî-siyasî ya mîrên Kurd ên Erdelan û Babanê veqetandiye. Evgenia I. Vasilyeva cihê wan di pêkhatina civaka Kurd, bîrdozî û statuya siyasî de diyar dike. Encama analîza Evgenia Vasilyeva bi kurtî ev e: Kurdan yekîtiya xwe ya siyasî ava nekir û bûn beşek ji dewletên din. 

Evgenia I. Vasilyeva weke Lêkolîner difikire, heta nîveka sedsala 19'an di asta herî bilind de rêxistinbûna siyasî ya wan weke mîr hebû. Mîr û mîrnişînên wan hebûn, ku şêwazekî taybet ê hikûmetê bi saziyên siyasî yên pêşketî re bûn. 

Lêkolîna wê ya li ser “Jînenîgariya Şeref Xanê Bidlîsî”  ya sala 2003´yan behsa dîroknas û mîrê Kurd Şerefxan ibn Emîr Şemseddîn Bidlîsî û berhema wî ya dîrokî "Şeref-name" dike. Ev berhema ku di dawiya sedsala 16’an de bi Farisî hatiye nivîsandin, tekane abîde ye ku dîroka Kurd, Kurdistanê û dewletên cîran ên serdema dawîn a navîn dihewîne.

Xebata wê ya li ser “Dabeşkirina siyasî ya Kurdistanê, 1514-1914: Trajediyeke Kurdî”  salla 2017 ´an derçû. Evgenia I. Vasilyeva di vê berhema xwe de bi lêkolîna nivîsarên dîroknasên Kurd bi farisî dewam dike. Dîroka Abdalqadir Babanî "Siyar el-Ekrad" di yekê ji qonaxên derbasbûyî yên dîroka Kurdistanê de hatiye nivîsandin. Evgenia I. Vasilyeva di vê lêkolîna xwe de di akamê de dibêje, di nîvê sedsala 19’an de avahiya mîrnişînan wêran bû, xanedanên mîrnişînên Kurdan hatin birrîn; ev sazî ji ber rola xwe ya di civaka eşîran û mîrnişînan de saziyên gelekî girîng ên nasnameyê bûn, ji holê rakirina wan ji bo koma etnîk a Kurd bû felaket.

 

Berhemên wê

Ji bilî berhemên li jor em dikarin behsa xebatên wê yên hatine weşandin, behsa van berhemên Evgenia Ilyinichna Vasilyeva yên li jêr bikin:

 -1965; Mîrekiyên feodal ên Kurdan di sedsala 16’an de.

 Abîdeyên nivîskî û pirsgirêkên dîroka çanda gelên rojhilatê. 

-1967; Gotarek nenas li ser dîroka Kurdistanê // Abîdeyên nivîskî û pirsgirêkên dîroka çanda gelên rojhilat. 

-1969; Di berhema Şerefxanê Bidlîsî "Şeref-name" de têgînên taîfe, ‘eşîret û qebîle. 

-1970; Beşek ji tekoşîna Şah Ebbas I bi Eşîra Kurd a Mukrî re. 

-1971; Gotareke nû li ser dîroka Kurdistana Îranê ("Tarikh-i Bani-Erdalan" ya Xusrav b. Muhammed Bani-Ardalan). 

-1972; Li ser yekî jîneolojîya mîrên eşîra Kurdan a Dumbulî. 

-1977; Rewşa civakî-aborî ya mîrektiya Erdelanê di nîvê yekê yê sedsala 19’an de. 

-1981; Li ser dîroka Mah Şeref-Xanum Kurdistanî - helbestvan û dîroknasa Kurd a nîvê yekem a sedsala 19’an. 

-1982; Li ser jiyana Mastûra, helbestvan û dîroknasa Kurd. 

-1983; Li ser koçerên başûrê rojhilatê Kurdistanê. 

-1984; Xusrew ibn Mihemed Benî Erdelan. Kronîk (Dîroka mîrektîya Kurda ya Benî Erdelan). 

-1990; Şêwirmendiya giyanî di dîroka malbatên mîrên Kurd de. 

-1991; Guhertoyên eslê "biyanî" yên paşnavên Kurdî yên hêja wekî diyardeyeke civakî. Pirtûka li ser dîroka Kurdistanê, ku nehat dîtin. Heywandarî di dîroka başûrê rojhilatê Kurdistanê de (Îmarat Erdelan û Baban, sedsalên 17-19). 

-2005; Eşîra Kurd di Jêder û Wêjeyê de. 

-2010; Jaf, bi navê eşîreke Kurdî ya tîpîk ji tîpên klasik. Dîroknasên Kurd li ser eşîrên Kurdan (ji Şerefxanê Bidlîsî – ji sedsala 16 heta Mîrza Elî Ekber Kurdistanî - sedsala 19’an). 

-2012; Elî Ekber Dîroknivîsê Kurdistanê. Baxçeyê Mîrektiya Nasir.

-2016; Kurdistana Başûr-Rojhilatê di sedsalên 16-19. Çavkanî li ser dîroka mîrên kurdên Erdelan û Baban. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.