Li Botanê civînên gel
Pêncşem 13 Adar 2025 - 18:00
- Kesên tevli civînên gel ên li Botanê dibin diyar kirin ku divê bi deste hatiye dirêjkirin bê girtin û gotin:” Bi rihê Newrozê xwedî li bangê derkevin.”
Civînên bi gel re yên piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de hatin destpêkirin, didomin. Civîn, bi pêşengtiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tên lidarxistin. Eleqeyeke zêde ya welatiyan ji bo civînan heye.
Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê DEM Partiyê Ahmet Îstek ku tev li civînên li Şirnex û navçeyên wê Cizîr û Silopiyayê bû, têkildarî civînan axivî. Ahmet Îstek, diyar kir ku banga dîrokî ji hêla gel ve bi coş û hêviyeke mezin hatiye pêşwazîkirin û got: “Gel, ev bang bi keyfxweşiyeke mezin pêşwazî kir. Li Cizîrê bi tevlibûna gelek kesan civîn hat lidarxistin. Nîqaşên hatine kirin, pirs û bersivên hatine dayin, wate û girîngiya pêvajoyê rave dikir.”
Bi rihê Newrozê xwedî li bangê derkevin
Ahmet Îstek, got ku divê her kes bi ruhê Newrozê xwedî li banga dîrokî derkeve û wiha pê de çû: “Di pêvajoya Newrozê de banga me ya ewil, dê di çarçoveya xwedîderketina li pêvajoyê be. Newroz dê nîşaneya îdia û biryardariya me be. Di vê çarçoveyê de banga tevlibûna Newrozê li xelkê Botanê dikin. Em bang dikin ku bi biryardarî û fedekariyeke mezin xwedî li banga birêz Ocalan derkevin.”
‘Divê bi destê hatiye dirêjkirin bigire’
Amîne Yîgît ku tev li civîna gel bûbû jî wiha got: “Dê banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan bi ser keve. Heke Tirkiye bixwaze hebûna xwe bidomîne, divê bi destê hatiye dirêjkirin bigire.” MA/ŞIRNEX