Em agirê Newrozê geş bikin

Çarşem 12 Adar 2025 - 14:30

  • Komîteya Amadekar a Newroza Wanê bernameya xwe aşkere kir û diyar kir ku di pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de pîrozbahiyên Newroza îsal xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Komiteyê bang li hemû kesan kir û xwest bi hev re Newroza dîrokî pîroz bikin.

Komîteya Amadekar a Newroza Wanê li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê têkildarî amadekariya Newrozê daxuyanî da. Li avahiyê pankarta “Newroza azadiyê pîroz be” vekirin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevserokên DEM Partî û DBPê yên Wanê û nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Metna kurdî ya daxuyaniyê Hevberdevkê Komîteya Newrozê Husamettîn Kiziltaş, ya tirkî jî Hevberdevka Komîteya Newrozê Fîgen Çolakoglû xwend.

Husamettîn Kiziltaş, bi bîr xist ku Kawayê Hesinkar, Dehaqê zalim ji textê wî anî xwarê, li keleha zilmê meşaleya azadiyê vêxist û mizgînî da gelan. Husamettîn Kiziltaş, anî ziman ku bi ser vê mizgîniyê re 2 hezar û 637 sal derbas bûne û got: “Meşaleya ku hezaran sale sembola azadiyê ye, bi berxwedana gelan heta roja me hate veguhestin. Meşaleya azadiyê bi paradîgmaya rêxistinbûyînê û berxwedana civakî ya birêz Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê îro geştir dibe. Em ji kedkar û berxwedêrên vê rêyê bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Newroza îsal girîng e

Husamettin Kiziltaş, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” û got: “Pîrozbahiyên Newroza îsal xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Banga dîrokî ya Birêz Abdullah Ocalan ku di 27ê Sibatê de ji raya giştî re hate vegotin, li welatê me, herêmê û cîhanê bi giştî bûye bangawaziyeke bi rûmet a aştiyê. Cejna Newrozê ya îsal wê bibe qada banga aştiyê ya bi rûmet. Agirê berxwedanê yê ku bi hezaran salan bi destên Kawayan tê zindîkirin, wê îsal ji bo aştiyê xurtir bibe. Di vê serdema ku polîtîkaya bêçareserî ya pirsgirêka Kurd hilweşiyaye û em bi paradîgmayeke nû li îmkanên aştiyê ji bo hemû gelan digerin; Newroz wê weke cejna neteweya demokratîk li hemû gel, civak û baweriyan bê pîrozkirin.”

Bernameya Newroza Wanê

Husamettîn Kiziltaş behsa bernameya Newroza Wanê jî kir û diyar kir ku 19’ê Adarê, roja Çarşemê saet 10.00’an de li qada Newrozê ya dîrokî ya li kêleka Kelha Wanê ew ê “Newroza Civaka Demokratîk a ji bo Azadiyê” bi beşdarbuna gel pîroz bikin. Husamettîn Kiziltaş, hurgûliyên bernameyê vegotin û wiha pê de çû: “Şiara newroza îsal “Rêbertiya Azad û Civaka Demokratîk e”. Beşdarên me yên Newroza îsal, Hevseroka DEM’ê Tûlay Hatimogullari, Hevserokê DBP’ê Keskin Bayindir, Parlamentera Wanê û Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Parlamenterê Wanê û Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sinan Çiftyurek û Aktîvîsta TJAyê Fatma Albay e.”

Hunermendên dê derkevin ser dikê 

Husamettîn Kiziltaş, bang li sazî û dezgehên herêmê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li hemû endam û nûnerên saziyên sivîl, sendîka û rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li herêmê dikin bila bên bi gelê xwe re beşdarê vê Newroza dîrokî bibin û bi hev re pîroz bikin. Hunermendên Newroza Wanê yên îsal Hunermend Rojda, Hunermend Arhat û Hunermend Fîkret Goyî ne. Newroza sala 2025’an ku em ê bi dirûşmeya “Bi agirê Newrozê ber bi azadiya Rêbertiyê ve” pêşwazî bikin ji niha ve li hemû kesên li ber xwe didin pîroz be. Em hemû gelê xwe carekê din gazi dikin qada newroza Wanê.”

Endam û rêveberên DEM Partiyê û pêkhateyên komîteyê piştî daxuyaniyê li nav hewşa avahiya DEM Partiyê agir pêxistin û govend gerandin. Partiyiyan xwe bi ser agir de avêtin û dirûşmên “Newroz pîroz be” berz kirin. A.W/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.