Li Bakurê Kurdistanê coşa Newrozê
Çarşem 19 Adar 2025 - 03:15
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi tevlibûneke xurt Newroz tê pîrozkirin. Di Newroza ku Gelê Kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî tevli dibin de daxwaza fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derdikeve pêş.
Pîrozbahiyên li bajarên Bakurê Kurdistanê îsal bi banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" bi rengekî cuda tê pîrozkirin. Hem bi roj hem jî bi şev agirê Newrozê ji aliyen bi hezaran kesî ve tê pêxistin û bi govendê bi lîrandin û dirûşmeyan agirê Newrozê geş dibe.
Sêrt
Di Newroza ku piştî 11 salan li Misircê hat pîrozkirin de bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan.
Li navçeya Misircê ya Sêrtê piştî 11 salan pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Welatiyên ji bo Newroza ku li Taxa Sûmerê li qada Belavkirina Komirê hat pîrozkirin, derbasî 3 noqteyên lêgerînê bûn. Welatî bi tilîlî, çepik û sloganan ketin qadê. Dema ku gelê Misirceyê bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî qadê bûn, gelê navçeyê ji 7 salî heta 70 salî li qada Newrozê li hev civiyan. Girseya ku li qada Newrozê rawestiyabû bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş, Mehmet Kaysî, Tevgera Jinen Azad (TJA) ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê tevlî Newrozê bûn.
Piştî axaftinan agirê Newrozê bi dirûşme, çepik û tilîliyan hat pêxistin. Piştre gel li dora agirê Newrozê govend gerand.
Li Şemrexê agirê Newrozê
Di pîrozbahiya Newrozê ya ku li Şemrexê hat lidarxistin de jin û ciwan bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad tijî kirin.
Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Beriya pîrozbahiya Newrozê ya li navenda bajêr bê lidarxistin, pankarta "Jin Jiyan Azadî" û "Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk" li qadê hatin daliqandin. Di pîrozbahiya Newrozê de hejmara jinên ciwan ên bi cil û bergên xwe yên neteweyî hatin qadê bal kişand. Bi stran û dirûşmeyan govend hatin gerandin.
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û piştî pêxistina agirê Newrozê şahî bi stran û govendê berdewam kir.
Li Hezexê Newroz hat pîrozkirin
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşmeya, “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” li 89 navendan Newroz tê pîrozkirin. Di çarçoveya pîrozbahiya Newrozan de li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û DEM Partiyê Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî li Qada Newrozê ya navçeya hat lidarxistin û hezaran kes tev li bûn. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez, hevşeredara bajarê mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Girseyê jî li qadê dirûşmeya, “Şehîd namirin” berz kir. Piştî axaftinan agirê Newrozê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hat pêxistin.
Şev jî Newroz pîroz kirin
Li Stenbol, Bedlîs û Mûşê di tevahiya şevê de pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin.
Li Sêwregê coşa Newrozê
Di axaftinên pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Sêweregê de bi hezaran kesî azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xwestin û banga xwedîderketinê li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê kirin.
Pîrozbahî bi stranên Kurdî ku Koma Perwer û hunermend Bekîr Altay gotin û bi govendan bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN