‘Projeya Tariyê’ ya hikûmeta Başûr

Pêncşem 13 Adar 2025 - 15:45

  • Piştî Hikûmeta Herêma Kurdistanê elektrîka 24 saetî da welatiyên Hewlêrê, ev yek jî bû sedema nerazîbûnên mezin û hemwelatî ji fatûya zêde ku ji bo her kîlowattekê hatiye diyarkirin nerazî ne. Welatiyê Silêmaniyê dibêjin hikûmet dixwaze heman projeyê bîne bajarê wan jî.

Her çendî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî projeya Rûnakî (elektrîka 24 saetî) ragihand, ji niha ve li hinek bajarên Herêma Kurdistanê ev projeye xistiye meriyetê. Lê welatî vê projeyê weke ‘projeya tariyê’ binav dikin. Sedema vê nerazîbûnê jî ewe ku serê her wattekê nirxek zêde li ser hatiye danîn. Ji bilî vê projeyê jî di nava 24 saetan de bi şev û roj tenê çend saetan elektrîka giştî ya hikûmetê ji welatiyan re tê dayîn. Ev du mijare jî ligel welatiyên bajarê Silêmaniyê bûye cihê fikaran.

Welatiyê Silêmaniyê yê binavê Îbrahîm Nûrî têkildarî dayîna saetên kêm yên elektrîka hikûmetê wiha got; “Ez bawer nakim li vî bajarê taxek hebe ku sê saetan li ser hev elektrîka wê ya giştî hebe. Eger bi vî awayî bidome gel nikare tu sûd ji elektrîka giştî bigire.” Di dewamê de Îbrahîm Nûrî got; “Divê li vî welatî her tim bala me li ser wê yekê be ku wê kengî elektrîka giştî bê. Hikûmetê jî xwelî bi serê xelkê de kiriye û fikra wê tenê li ser wê yekê ye ku welatî ji kûderê ji xwe re dînarekê peyda bikin, diçe wê derê dikire. Tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê 100 rojan carekê mûçe dide, hesûdiya wê yekê dike ku bi destekê mûçe dide û bi destê din jî ji gel werdigire.”

Şêlandin û çavbirçîtiya hikûmetê

Têkildarî projeya rûnakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku plan dike 24 saet elektrîka giştî bide welatiyan û li beramberê wê jî welatiyan bişêlîne wiha got; “Ev projeya di qezenca xelk û hejaran de nîne. Ji ber ku hikûmet ji ber xatra berîk û paqla xwe û çavbirçîtiyê ev projeya elektrîka 24 saetî ya bi nirxekê giran dixwaze bixe meriyetê. Bila hikûmet vê elektrîkê jibo vîla û goristanan bibe. Em elektrîka 24 saetî ya nîştimanî ya bi vî awayî qet naxwazin. Eger wisa bidome emê dîsa vegerîn ser dema çira, fanos û lempeyên xwe yên berê.”

Proje baş e lê nirx biha ye!

Her wisa kasibkarê bajarê Silêmaniyê Azad Mihemed têkildarî çaresernekirina pirsgirêka elektrîkê li Başûrê Kurdistanê ev tişt got; “Ev 34 salin desthilata Baas li Herêma Kurdistanê nemaye. Diviyabû pirsgirêka nebûn an jî kêmiya elektrîka giştî heta niha hatiba çareserikirin û bûba 24 saetî. Ev projeya ku hatiye ragihandin gelek başe û di xizmeta xelkê de ye. Lê nirxê wê gelek biha ye û welatî nikarin weke tê xwestin sûdê ji vê projeyê bistînin.”

Azad Mihemed di dawiyê de diyar kir ku xelkê heta niha ji neçariyê 4 amper elektrîka jeneratoran ji xwe re kêşaye û bikar anîne, tevî ku nirxê wê gelek girane jî, lê eger elektrîka giştî ser 100 amperan de nebe welatî nikarin sûdê jê bigirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Herêma Kurdistanê serê her kîlowatteke elektrîka nîştimanî 18 dînar bû, lê di projeya rûnak ya elektrîka 24 saetî de ev nirxe ji 18 dînaran bûye 156 dînar. ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.