Dîroka wan bi xiyanetê dagirtî ye

Şemî 14 Îlon 2024 - 03:00

  • Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven diyar kir ku ji 7 salî heta 70 salî herkes dizane malbata Barzanî xiyanetê li Kurdistanê dike û bang kir ku divê herkes helwestê nîşanî xiyanetê bide.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nedîm Seven derbarê hevkariya PDK û dewleta Tirk û berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê de ji ANF’ê re nirxandin kirin. Seven da zanîn ku ev ji 3 salan zêdetir in,di serî de Zap, Metîna, Garê, Avaşîn û li gelek deveran şerekî bê navber tê meşandin û got:’’Dewleta Tirk li beramberî gerîla mehkûmê têkçûnê ye.’’ Nedîm Seven di dewama nirxandina xwe de wiha got:’’Malbata Barzanî di qonaxa dîlgirtina Rêber APO de jî xiyanet kir. Rêveberiya me di daxuyaniyên xwe de destnîşan dike, hin kes jî dinivîsin, lê mixabin yên di civakê de naxwazin vê yekê bibînin, çav û guhên xwe digrin. Ev bê wicdanî û bê exlaqî ye. Dîroka malbata Barzanî bi xiyanetê dagirtî ye. Ji 7 salî heta 70 salî herkes vê yekê dizane. Lê mixabin li hemberî vê helwesteke cidî nîşan nadin. Îro li Zap, Metîna, Garê, Xabûr û li gelek deveran ji 3 salan zêdetir e, şerekî bê navber heye. Ma kesek vê yekê nabîne? Xelkê Behdînan, eşîret û malbatên vê deverê vê yekê nabînin. Dijmin ewqasî bi balafiran, bombeyên nukleer, termobarîk, kîmyewî bikar tîne. Daristanên başûr û behdînan dişewitîne, hemû Kurdistanê dişewitîne, heroj şehîd çêdibin, heroj bi dehan carna bi sedan cenazeyê dijmin çêdibin, ma kesek vê yekê nabîhîze? Kurdbûn û Kurdistanîbûn gelo wiha ye? Ev bi temamî encama siyaseta PDK û malbata Barzanî ye. Malbata Barzanî hemû destketiyên Kurdistanê dixe bin ligên dijmin. Rolên wan ên di dîrokê de ev e. Li dijî PKK’ û Rêber APO radiwestin. Ji ber ku Rêber APO ji bo yekîtiya neteweyî çêbibe, gelek fedakarî kir. Li Îmraliyê jî ev bang kir. Lê ne di xema malbata Barzanî de ye. Xema wan ew e ku xanedaniya xwe, pereyên xwe û dewlemendiya xwe zêde bikin. Tiştekî din nîne. 

Tevlî komployê bûn

Ji sala 1972’an qetilkirina Saît Kirmizitoprak heta Rêber APO di her pêvajoyeke şoreşê ya li Bakurê Kurdistanê de, piştgirî dan dewleta Tirk. Di komployê de cih girtin. Di peymana Washington û Dublinê de cih girtin. Ev hemû bi belge ne. Dema ku sala 1998’an Rêber APO çû Îtalyayê, 6 dosye şandin serokwezîr û Wezîrê Edaletê yê Îtalyayê. Di dosyeya ku mohra Mesûd Barzanî jî tê de bû, Rêber APO û PKK’ê îxbar dikin. Ma ev ne xiyanet e. Çi pêwendiya xwe bi Kurdbûnê heye. Di sala 2017’an de referandûm kirin. Ka serxwebûna Kurdistanê li ku derê ma? Erdogan û şureqaya wî du gef lê xwarin, çûn ber lingên wî û radest bûn. Kerkûk jî radestî Iraqê kirin, demeke dirêj e, dixwazin Kerkûk, Mûsil û Helebê jî radest bikin. Ev xiyanet e. Di malbata Barzanî de welatparêzî tine ye. Cilên Kurdî li xwe dikin, Soranî û Kurmancî diaxivin, li ne Soran in, ne Kurd in, ne jî Kurdistanî ne. Ji bo sermaye, pere û xanedaniya Barzaniyan, hemû Kurdistanê difiroşin. 

Êşîr divê helwestê nîşan bidin

Li Behdînan-Soran gelek eşîrên welatparêz hene. Ev eşîr di dîrokê de hebûna xwe parastine. Li hemberî netew-dewletan civaka xwe parastine. Baş e niha çima gelê vê rolê xwe nalîzin? Divê êdî bibînin malbata Barzanî xizmetê ji wan re nake. Ger ez welatparêz bim, xaka Kurdistanê hez dikim, çand û dîroka Kurdistanê hez dikim, ez ê xayîn û nokerên di nav xwe de nehewînim. Sekin ev e. Di çapemeniyê de derketi, hin meleyan di xutbeyên xwe de daxuyaniyên welatparêziyê dane. Divê herkes sekneke wiha nîşan bide. 

Garantiya şoreşê gerîla ye

Dewleta Tirk ev 52 sal in dibêje ez ê PKK’ê biqedînim. Niha ji aliyê aborî, civakî di nava krîzeke mezin de ye û ber bi tinebûnê diçe. PKK jî bi hezaran gerîlayên xwe, kadroyên xwe û milîtanên xwe, heroj xurttir dibe. Şoreşa Kurdistanê didome. Lê malbata Barzanî heroj biçûk dibe û wê ew jî biqedin. Bila gelê Kurdistanê bi hêvî be. Divê baş were zanîn, Em hemû xwedî li Rêber APO derdikevin û Rêber APO jiyan dikin. Ev bê nîqaşe. Ji aliyekê din îro li erdnîgariya Kurdistanê, qehremanên Kurdistanê li dijî hercure teknîk û teknolojiyê, bi taktîkên modern, şerekî mezin dikin û nirxên Kurdistanê diparêzin. Ger gerîlayên Kurdistanê nebin, wê dijminên Kurdan, gelê me qirr bikin. Ji ber wê jî garantiya şoreşê gerîlayên Kurdistanê ne. Divê gelê me yê welatparêz, pêşengên Kurdistanê jin û ciwan, li ser vê bingehê tevbigerin. Ev berxwedana mezin, dewam dike. Dibe ku şer hîn dijwartir bibe. Divê li hemû qadan rêxistinbûn û têkoşîneke mezin bê meşandin. Ev jî erka şoreşgeriyê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.