Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê diyar bû
Duşem 14 Tîrmeh 2025 - 15:00
- Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di nava hefteyê de bi Ozgur Ozel, Devlet Bahçelî û Ahmet Davutoglû re hevdîtinê bike.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di nava vê hefteyê de dest bi serdanên partiyên siyasî bike. Endamên şandeyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê di nava hefteyê de biçin serdana CHP, MHP û Partiya Gelecekê.
Bernameya şandeyê wiha ye:
16’Ê TÎRMEHÊ
Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglû
Saet: 12.00
Cih: Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî
Saet: 14.00
Cih: Odeya Koma Meclisê
17’Ê TÎRMEHÊ
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel
Saet: 13.00
Cih: Navenda Giştî ya CHP’ê
NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Hevdîtinên bi gel re didomin
Li 3 taxên Şirnexê bi gel re hevdîtin hatin kirin û li nêrîn û pêşniyarên gel hate guhdarîkirin.
“Hevdîtinên Civaka Demokratîk” ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) didomin. Li taxa Gundogduyê ya Şirnexê,li taxa Yafesê ya Cizîrê û li gundê Derbacya yê Cizîrê bi gel re hevdîtin hatin kirin. Wekîlên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez û gelek kes tev li bûn.
Di hevdîtinê de banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û merasîma îmhakirina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk hatin nîşandan.
Piştre jî parlamenter têkildarî pêvajoyê axivîn û li nêrîn û pêşniyarên gel guhdarî kir. MA/ŞIRNEX
* * *
Şaredarê Şîleyê hate girtin
Şaredarê Şîşlî ya Stenbolê yê CHP’î Ozgur Kabadayi ku di 10’ê Tîrmehê de bi îdiaya “Ji bo kirina sûc rêxistin ava kiriye”, “bertîl”, “hîle” û “di îhaleyê de hîle kiriye” hatibû binçavkirin, hate girtin. Li gel Kabadayi, her wiha Midûrê Nivîsgeha Taybet ê berê Oguz Kaçmaz, Cîgirê Şaredar Tuncay Tolga Ozçakmak, parêzerê ji Karên Hiqûqê Berpirsyar Alî Şafak û Şefê Rûxsetê Evren Buçhan jî hatin girtin.
Asli Kotan ku hatibû binçavkirin jî bi şertê kontrola edlî hate berdan. Bi girtina dawî re hejmara şaredarên CHP’î yên hatine girtin derket 17’an. NAVENDA NÛÇEYAN